Cemîl Bayik: Em efûyê naxwazin, bila yasa werin guhertin

24-07-2025
RÛDAW
Nîşan Cemîl Bayik PKK Çekdanîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Konseya Birêvebir a KCKyê Cemîl Bayik diyar kir ku di pêvajoya çekdanîna PKKyê de dema gavên yekalî bi dawî bûye û got, “Ji niha û pê de divê dewlet gavên berbiçav bavêje. Em êdî gavên nû navêjin.”

Bayik di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Yeni Yaşamê re de anî ziman ku şewitandina çekan a sembolîk a komeke 30 kesî ya PKKyê “îradeya destpêkirina serdemeke nû” nîşan dide.

Wateya şewitandina çekan

Bayik got, “Cîhan ber bi çekdarbûnê ve diçe, NATO ber bi çekdarbûnê ve diçe, Rojhilata Navîn di nav şer de ye lê em çekan dişewitînin” û sedema li pişt şewitandina çekan wiha anî zimên:

"Peyameke din jî heye. Kurd xwedî paşeroj, kevneşopî û çand in. Newroza wan heye. Em zarokên agir in.

Bi şewitandina çekan, me bi awayekî zelal nîşan da ku em dixwazin serdemeke nû bidin destpêkirin.

Me bi vê yekê nîşanî her kesî da ku em naxwazin careke din çekan hilgirin û têkoşîna çekdarî bimeşînin. Yanî eger me çek şewitandin, me ji bo vê yekê şewitand.”

Bayik bal kişand ser wê yekê ku koma çekan şewitandiye dê careke din çekan ranegire û wiha pê de çû:

“‘Em dixwazin di siyaseta demokratîk de bixebitin. Em dixwazin siyaseta vê yekê bimeşînin.

Lê ji ber ku zemîn û şert û mercên wê nînin, em dê vegerin cihê ku em jê hatine.’ Wan ev yek bi awayekî zelal got.

Niha eger ev heval piştî şewitandina çekan biçin Tirkiyeyê, dê hemû bên avêtin zindanan.”

Bayik got, “Êdî bêçek in. Dixwazin di qada siyaseta demokratîk de bixebitin. Em naxwazin çekan bi kar bînin.”

Bayik her wiha tekezî li ser wê yekê kir ku ji bo pêşveçûna vê pêvajoyê pêdivî bi zemîneke yasayî heye.

“PKK têk neçû, berevajî bi pêş ket”

Bayik diyar ku dewlet têgihiştineke bi rengê “me PKK têk bir” çêdike û got, “PKK ne tevgereke wisa ye ku têk biçe.

Berevajî, tevgereke ku di asta navneteweyî de bi pêş dikeve û hevsengiya siyasetê diguherîne ye.”

Cemîl Bayik ragihand ku êdî siyaseteke ku Kurd û Ocalan tê de nebin, ne mimkin e.

Rewşa li Îmraliyê

Di hevpeyvînê de rewşa Abdullah Ocalan a li girava Îmraliyê jî hat rojevê.

Bayik diyar kir ku ji bo “ewlehiyê” ti pirsgirêk nîne ku Ocalan li Îmraliyê bimîne lê ji bo avêtina gavên nû divê “pergala Îmraliyê were rakirin, şert û mercên xebatê yên Ocalan bên guhertin û sererastkirinên yasayî bên kirin.”

Bayik got, “Ji aliyê ewlehiyê ve dikare li wir bimîne lê divê pergala tecrîdê bi dawî bibe.”

“Em efûyê naxwazin, bila yasa bên guhertin”

Bayik diyar kir ku yên çekan datînin daxwaza efûyê nakin, li şûna wê dixwazin yaseyên ku dê demokratîkbûnê misoger bikin bên derxistin.

Cemîl Bayik got, “Em efûyê naxwazin. Em dixwazin yaseyên ku li Rêber Apo tên sepandin bên guhertin.”

Bayik anî ziman ku heta niha hemû gav “bi însiyatîfa şexsî ya Ocalan” hatine avêtin.

Bayik got, “Di pêvajoyeke ku dewlet bersivê nade de, mirov nikare zêdetir bi pêş ve biçe” û gotina hikûmetê ya “Tirkiyeya Bêteror” rexne kir û anî ziman, “Pirsgirêk ne bêçekbûn e, çareserkirina pirsgirêka Kurdan e.”

“Komîsyon ne çareserî ye, rojev guhertin e”

Bayik tekez ku komîsyona ku Serokê MHPyê Devlet Bahçelî pêşniyar kiriye dê çareseriyê neyîne û got:

“Eger ev komîsyon ne ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan be, tenê ji bo ku li ser bêçekbûnê biaxive be, ev ne çareserî ye, rojevguhertin e.”

Operasyonên li dijî CHPyê: “Çareserî tê sabotekirin”

Bayik di hevpeyvînê de behsa operasyonên li dijî CHPyê jî kir û ev gav wekî “sabotaja li dijî pêvajoya çareseriyê” bi nav kirin.

Bayik got, “Îradeyeke ku bixwaze civakê bike hevpar, vê yekê nake.”

“Tirkiye dikare pirsgirêka mayînê bi Kurdan re çareser bike”

Bayik parast ku stratejiya ku Ocalan pêşkêş kiriye “ji bo Tirkiyeyê rêyeke derketinê” pêşkêş dike û got:

“Yekane rêya ku Tirkiye pirsgirêka xwe ya mayînê derbas bike, lihevkirina bi Kurdan re ye. Rêber Apo nexşerêya vê yekê daye ber çavan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst