Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Konseya Rêveber a KCKyê Cemîl Bayik got, "Tirkiye ji înkar û îmhayê hat qebûlkirina hebûna Kurdan."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCKyê ji rojnamegeya Yenî Yaşamê re axivî.
Cemîl Bayik behsa siyaseta Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan kir û wiha domand:
"Di vê têkoşînê de Tirkiyeyê pirsgirêkên gelekî giran dît. Tirkiye ji aliyê aborî, siyasî û civakî ve kete nava pirsgirêkan. Yanî dîtin ku siyaseta ew dimeşînin îflas kiriye.
Dîtin; 'Eger em bi Kurdan re têkiliyê daneynin, nikaribin piştgiriyê ji Kurdan wergirin, hem pirsgirêkên navxweyî hem jî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û bûyerên diqewimin dikarin dawî li me bînin.'
Ji bo careke din li pirsgirêkên bi vî rengî rast neyên, mecbûrî Kurdan man, mecbûrî Rêbertiyê man.
Qaşo wê Rêbertî bidan jibîrkirin, qirkirina Kurdan temam bikirana lê belê bûn mihtacê Kurdan û Rêbertiyê. Ji înkar û îmhayê hatin qebûlkirina hebûnê."
“PKK ji kesî hêzê wernagire”
Bayik destnîşan kir ku tevgera wan hêza xwe ji felsefeya xwe werdigire û wiha axivî:
"Niha hinek radibin dibêjin 'PKK hêzê ji kê werdigire?' PKK ji kesî hêzê wernagire.
PKK xwedî çavkaniyên xwe yên hêzê ye. Felsefe, îdeolojî, xet û pîvanên wê hene. Ji ber ku vê tevgerê berê xwe da azadiyê, ji xwe re timî hêzê diafirîne.
Mînak ne tenê li ser aliyên xwe yên erênî tevdigere, di heman demê de aliyên neyînî jî vediguherîne aliyê erênî û bi vî rengî dixe bin xizmeta tevgerê."
“Wî bi xwe firsend afirandiye”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCKyê amaje pê kir ku tevgera wan çavkaniyên xwe yên hêzê bi xwe diafirîne û wiha got:
"Ev tevger hem bi aliyên erênî hem jî bi aliyê neyînî xwe xurt dike. Ji ber ku aliyên neyînî di nava vê tevgerê de dibe hinceta çareseriyê.
Hemû astengî, şaşitî, neyînî hinceta çareserkirina wan e. Ya ku tevgerê timî bi pêş ve dibe, zindî dike ev e.
Rêber Apo ti carî tiştek ji kesî nexwestiye. Ji bo armanca azadiyê çi pêwîst be ev tespît kiriye û bi cîh aniye.
Ti carî nebû xwedî ferasetekê ku bibêje, 'Bila derfetek bi dest bikeve, hin derfet bêne afirandin, ez têkoşînê bi pêş ve bibim' Wî bi xwe derfet afirandiye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse