Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Arganê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, du otomobîlan li hev qelibîn û di encamê de kesekî mir û 4 kes birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan îro otomobîla Mehmet Yalçinkayay 64 salî diajot û otomobîla Asli Cengizaa 24 salî diajot li Çarrêya TÎGEMê ya li ser rêya Meletiyê û Enqereyê li hev qelibîn.
Di encama bûyerê de Gulten Gulbaşa 51 salî mir û her du şofêr û Yaren Polen Gulbaşa 24 salî û Emine Çelika 18 salî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Arganê.
Derbarê bûyerê dest bi lêpirsîn hat kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse