Nêçîrvan Barzanî Balyozê Kuweytê qebûl kir

24-08-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Hesen Mihemd Zeman Kuweyt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Balyozê Kuweytê yê Îraqê qebûl kir û ji bo alîkariyên Kuweytê yên ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya Kuweytê kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Balyozê Kuweytê yê Îraqê Hesen Mihemed Zeman civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê Nêçîrvan Barzanî "çareserkirina pirsên di navbera Kuweyt û Îraqê de li ser bingeha lihevkirinê, cîrantiya baş û berjewendiyên hevbeş bi girîng zanî ku xizmeta her du aliyan û aramî navçeyê dike."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Balyozê Kuweytê tekezî li wê yekê kir ku welatê wî "hemû hewlên xwe dide ku çareserî bi lihevkirinê be.

Balyoz her wiha xwest ku di hemû waran de pêwendiyên xwe yên li gel Îraqê bi pêş bixe û bal kişand ser girîngiya welatê wî ya bi dostanî û pêwendiyên dîrokî yên li gel Herêma Kurdistanê."

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku derfetên kar, veberhênan û sermayeguzariya Kuweytê ya li Îraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û rewşa navçeyê bi giştî, aliyekî din ê hevdîtinê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst