Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê HUDA-PARê behsa êrişa li ser kargeheke li Trabzonê kir ji ber şewqeyên `Hevpeymaniya Kurdistanî` û got, “Ev xiyanetek e li xelkê û ne rewşeke derûnî ya tendirust e” û herwiha derbarê bûyerê de bang li Wezareta Navxwe kir.
Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUdA-PAR) Zekeriya Yapicioglu, di bernameya televîzyoneke nêzikî partiya xwe de behsa dawîn pêşhatên siyasî yên li Tirkiyê kir.
Zekeriya Yapicioglu behsa wê kir ku wan armancek danîne ber xwe û ew dê li hemû herêman bigerin û bi gotina wî, ji aliyê xelkê ve pêşwaziyeke baş li wan tê kirin.
Serokê HUDA-PARê behsa pirsa Kurd jî kir ku vê heyama dawîn bûye mijareke germ a rojeva siyaseta Tirkiyê û li ser nîqaşa `muxatab kî ye?` jî got, “muxatab her kesê xwediyê wî mafî ye û daxwaza mafê xwe dike.”
Yapicioglu dibêje, “ne rast e ku mesela PKK, tundûtûjî û pirsa Kurd ji hev bên cudakirin û bo mesela çekan jî “divê li gel wî alî biaxivin ku çek di destî de hene.”
Serokê HUDA-PARê tekez kir, “PKK ne sedem lê encam e. Encama çaresernebûna pirsa Kurd e. Sibe PKK xilas bibe an jî xwe belav bike jî, eger ev pirs bê çareserî bimîne, tiştên nû dê derkevin holê. Lê hê jî nabînin an jî hinek aliyên ku ji vê pirsê xwedî dibin û nahêlin gavên cidî bên avêtin û astengan çêdikin.”
Şaredarê MHPyî yê navçeya Şalpazar a ser bi parêzgeha Trabzona Tirkiyê ve, roja 16ê vê ji ber hilberîna şewqeya hilbijartinên li Iraq û Herêma Kurdistanê, bi ser kargehekê de girt û şewqeyên ku logaya Hevpeymaniya Kurdistan a Tevgera Goran û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser bû şewitandin.
Zekeriya Yapicioglu li ser vê mijarê got, “Ev tişta hat kirin xerabiyeke mezin li civakê. Ev xiyanetek e li xelkê û ziyanê digihîne dewletê jî. Ev ne rewşeke derûnî ya tendirust e.”
Di dewama gotinên xwe de Yapicioglu bang li Wezareta Navxwe kir ku lêpirsîneke karîger pêk bîne û kesên ku ketine nav vê bûyerê jî ji kar dûr bixe.
Serokê HUDA-PARê derbarê xebat û nîqaşên destûra nû de jî got, “Wisa diyar e ku gavên nû derbarê destûra nû de nayên avêtin. Em ji 2012an ve vê mijarê dikin rojev û diyar dikin ku daxwazeke civakê ya bi vî rengî heye. Her kesê hêlên sor hene, lê bila di berîkê de bimînin ne ku li ser masê. Divê em li ser xalên hevbeş bigihijin hev.”
Zekeriya Yapicioglu behsa benda hilbijartinê jî kir ku berî niha hatibû gotin, biryar li ser ji %7 hatiye dan û got, “Çima 7 lê ne 5, ne 8, ne 6 an 3? Zelalkirineke wê heye? Ti sedemeke vê nîne. Bend tiştek bêkêr û nedadperwerane ye. Helbet ev bend bi hincetên siyasî tê danîn; ji bo li dervehiştina hinek kesan an jî bo aliyekêî ku tevî ne mafê wê ye jî kursiyên zêdetir bidest bixe. Ev jî ne exlaqî ye.”
Serokê Giştî yê HUDA-PARê rexne li medyayên fermî û taybet ên Tirkiyê jî girt ku bi gotina wî ew medya di weşanên xwe de wek pêwîst cih nadin HUDA-PARê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse