Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê sir û seqem û berf berdewam e

24-12-2022
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Barîna Berfê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Erdexan, Erzerom û Qersê yên Bakurê Kurdistanê sir û seqem û barîna berfê berdewam e.

Li gor amarên Saziya Keşnasî ya Tirkiyê li parêzgeha Erdexanê şeva borî pileya germê daket bin sifirê 7 pile, li parêzgeha Erzeromê jî daket 9 pile û  li seranserê parêzgehan qeşa çêbû.

Herwiha li cihên bilind wek Navenda Kaşûnê ya Palandokenê berf gehişte 20 santimetre û li Navenda Kaşûnê ya Konakli jî 8 santîmetre berf bariya.

Li navçeya Qamûşanê ser bi parêzgeha Qersê jî bi şevan pileya germê dadikeve bin sifirê 10 pile û ji ber hewaya sar her derê qeşa girtiye. Li Navenda Kaşûnê ya heman navçeyê nêzîka 12 santimetre berf bariya ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst