Îlham Ehmed: Hewldan hene ku peymana HSD û Şamê de têk bidin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Evîn Încîr û Îlham Ehmed / Wêne: Rûdaw
Evîn Încîr û Îlham Ehmed / Wêne: Rûdaw
Nîşan Îlham Ehmed HSD Sûriye Parlamentoya Ewropayê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li Parlamentoya Ewropayê ye û ji bo berdewamiya peymana navbera HSD û Şamê daxwaza garantiyê dike.

Îlham Ehmed dibêje ku heta niha mekanîzmeya bicihanînê ne zelal e û hinek alî hewl didin wê xera bikin.

Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed çû Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê û dê bi parlamenteran re bicive.

Îlham Ehmedê di konferanseke rojnamegeriyê de bal kişand ser pêşniyarbiryara 12ê Sibatê ya Parlamentoya Ewropayê ya ji bo parastina Kurdên Rojavayê Kurdistanê û got:

"Civîn ji bo me gelekî girîng bû. Piştgiriya Kurdên li Rojavayê Kurdistanê û gavên ku tên avêtin, piştgiriya ji bo demokrasî, azadî û dadperweriyê ye."

Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser got:

"Biryarên ku di civînê de derketin, tekezî li ser avakirina Sûriyeyeke nû dikin ku tê de hemû gelên Sûriyeyê bi azadî bijîn; berî her tiştî jî tekezî li ser çareserkirina Pirsgirêka Kurdan tê kirin ku bi salan e di sîstema Sûriyeyê de mafên wan hatine binpêkirin."

"Divê welatên navbeynkar pişta me bigirin"

Îlham Ehmedê behsa çalakiyên Kurdan ên di şerê li dijî DAIŞê de kir û got:

"Divê li hemberî van karên ku hatine kirin, kêm zêde mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de werin misogerkirin.

Divê welatên navbeynkar ên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de pişta me bigirin heta ku çareseriyeke siyasî li navxweyê Sûriyeyê çêdibe, lê hîna ew gav nehatiye avêtin."

Îlham Ehmedê êrişa Artêşa Sûriyeyê ya li herêmên di bin desthilata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de wekî "êrişa li ser demokrasiyê" bi nav kir û got:

"Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê demokrasî hebû ku mafên jin û pêkhateyan hatibû garantîkirin. Ew êrişek bû li ser hemû wan nirxan."

"Gelek xalên peymanê nehatine bicihanîn"

Piştî ku 8ê Kanûna Paşîn hêzên Artêşa Sûriyeyê êrişî taxên Kurdan ên li Helebê kir û piştre êrişî herêmên di bin kontrola HSDyê de kir, 29ê heman mehê peymanek îmze kirin û şer rawestiya.

Ev yek li gorî peymaneke berfireh û têgihiştina li ser proseyeke tevlîhevkirina hêzên leşkerî û îdarî yên her du aliyan bû.

Îlham Ehmedê diyar kir ku heta niha gelek xalên peymanê nehatine bicihanîn û got:

"Em ji bo çareserkirina pirsgirêkan di nav dan û standinan de ne lê hîna gotara kîn û nefretê didome."

Li gorî gotina Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser, medyaya hikûmeta Sûriyeyê ji bo qonaxa veguhêz gotara dijberiyê belav dike:

"Her wiha hinek welat hewleke zêde didin da ku di navbera Kurd û Ereban de şer derkeve ku ev jî gelekî metirsîdar e.

Ango li hemberî tevlîbûna bingehîn, hinek bertekên neyînî ji aliyê beşeke civakê yan wan aliyên ku pişta wê beşê digirin ve hene."

Îlham Ehmedê tekez kir, tevî ku hewlek heye şerekî din derkeve, ew gavên ku heta niha di çarçoveya peymana navbera HSD û Şamê de hatine avêtin erênî dibînin û got:

"Lê heta niha ji bo misogerkirina mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de û beşdariya Kurdan di komîsyona nivîsandina destûra Sûriyeyê de gav nehatine avêtin."

Yek ji xalên peymana HSD û Şamê, wergirtina hejmarek postên bilind ên hikûmetê ji aliyê Kurdan ve ye.

Îlham Ehmedê diyar kir ku heta niha Kurd bi awayekî çalak beşdarî saziyên dewletê û wezaretan nebûne û got:

"Her wiha pêgeha jinan di hemû saziyan de lawaz e û di vî warî de pirsgirêkeke cidî heye."

"DAIŞ bi hêz bûye"

Piştî ku beşeke mezin a herêmên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de ket destê Artêşa Sûriyeyê, ew girtîgehên ku endamên DAIŞê tê de bûn radestî Şamê hatin kirin ku berê erka parastina wan li ser milê HSDyê bû.

Îlham Ehmedê amaje bi metirsiya bihêzbûna DAIŞê kir û got:

"Piştî radestkirina girtîgehan ji bo Şamê, belavbûna DAIŞê li herêmê careke din dest pê kiriye.

Li Dêrezor, Reqa û hinek herêmên din çalakiyên DAIŞê gelekî zêde bûne."

Li gorî agahiyên AFPyê, hêzên Amerîkayê di nava mehekê de ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê vedikişin.

Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser li ser vê yekê got:

"Wisa diyar e ku Amerîkayê biryara xwe ya vekişînê daye. Lê piştî vekişînê, dema ku hîna destûra Sûriyeyê nehatiye nivîsandin, ne diyar e bê dê çarenivîsa Kurd û pêkhateyên li herêmê çi bibe. Di vî warî de hîna ti garantî nîne."

Îlham Ehmedê li ser armanca serdana xwe ya Parlamentoya Ewropayê got:

"Em dixwazin di van civînan de dengê xwe bigihînin, ku ji bo vê tevlîhevkirin (navbera HSD û Şamê) çêdibe garantiyek hebe lê heta niha mekanîzmeya garantîkirinê ne diyar e."

Ew daxwazê ji Yekîtiya Ewropayê dike ku "garantiyeke rasteqîn" ji bo bicihanîna peymana navbera HSD û Şamê were dayîn û dibêje:

"Berî her tiştî mijara destûrê, çespandina mafên Kurdan di destûrê de û xweseriya herêmên Kurdan di peymana me de hene û divê em bizanin ka dê çawa werin bicihanîn."

Îlham Ehmedê tekez kir, li ser bingeha parastina taybetmendiya herêmên Kurdan, divê xweserî were misogerkirin û got:

"Li ser vê bingehê, em gelekî girîng dibînin ku hûn piştevaniya me bikin, da ku jiyana xelkê parastî be û em karibin garantiya paşeroja xwe jî bikin."

"Nêzîkî 180 hezar Kurd koçber bûne"

Ji bilî koçberên êrişa dawî ya Artêşa Sûriyeyê, êrişên destpêka sala 2018an ên artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên mixalefetê yên li ser Efrîn û derdora wê, bûn sedema koçberbûna hejmareke zêde ya welatiyan.

Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser amaje bi koçberên Efrîn, Serê Kaniyê, gundewarên Helebê û Şehbayê kir û got:

"Hîna nêzîkî 180 hezar Kurd hene ku koçber bûne û hemû li Cizîrê ne."

Li gorî gotina Îlham Ehmedê, koçber di 118 dibistanan de dimînin û nikarin vegerin cih û warên xwe:

"Ji ber vê yekê dibistan ji kar ketine û ziyan gihîştiye jiyana xwendekaran û sîstema perwerdeyê."

Îlham Ehmedê diyar kir, di peymana navbera HSD û Şamê de behsa vegera koçberan jî hatiye kirin:

"Lê heta niha ev gav nehatiye avêtin û em şopandina vê yekê gelekî girîng dibînin. Lewma em bawer dikin ku li vir li ser vê mijarê civînên baş werin kirin."

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst