Li Rojhilatê Kurdistanê kesekî din hat bidarvekirin

25-04-2024
Nîşan Îran Rojhilatê Kurdistanê Bidarvekirin Seqiz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kesekî ji Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Seqizê hat idamkirin.

Li gorî agahiyan, navê wî kesî Ferzad Xadim e û ew ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Ferzad Xadim doh berê sibehê li Girtîgeha Navendî ya Seqizê hatiye bidarvekirin.

Ferzad Xadim beriya niha bi çar salan bi tohmeta kuştina hevalekî xwe hatibû girtin û cezayê idamê lê hatibû birîn.

Li gorî amarên saziyên mafên mirovan, di sê mehên destpêkê yên îsal de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 114 kes hatine bidarvekirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku par li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 823 kes hatine daleqandin ku 151 ji wan Kurd bûn.

Li gorî amarên Amnesty Internationalê jî Îran ji aliyê hejmara bidarvekirinan ve li seranserê cîhanê piştî Çînê di rêza duyem de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst