Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Ceifer Şêx Mistefa ragihand ku hewlên Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bo nêzîkkirina aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê berdewam in.
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Ceifer Şêx Mistefa ji Rûdawê re ragihand ku hewlên serokayetiya herêma Kurdistanê ji bo nêzîkkirina aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê berdewam in û dibe ku piştî cejnê civîn bêne lidar xistin.
Cefer Şêx Mistefa got: Her ji destpêkê ve ku çend civîn çêbûn, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hewlên cidî ji bo çareserkirina nakokiyan dida.
Bi gotina Mistefa niha jî ew hewl berdewam dibin, lê bûyerên vê dawiyê bandoreke nerênî li ser wê proseyê hebûye.
Mistefa dibêje divê aliyên siyasî li hev bikin û hêviyê bidin xelkê.
Ceifer Şêx Mistefa herwiha ragihand ku beşeke mezin ji wan karên ku li navçeyên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê tê kirin, hewldanek e ji bo derxistina Kurdan û erebkirina wan navçeyan.
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê di heman demê de tekez kir ku, %50 heta %60 tiştên ku li wan deveran çêdibin, ne karê DAIŞê ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse