Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê Berpirsê nû yê Konsulxaneya Japonyayê ya Hewlêrê Hitoshi Ishizuka qebûl kir.
Berpirsê nû yê Konsulxaneya Japonyayê ya Hewlêrê Hitoshi Ishizuka amaje pê kiriye ku Japonya bi girîngî li pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re dinêre.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Nêçîrvan Barzanî û Berpirsê nû yê Konsulxaneya Japonyayê ya Hewlêrê Hitoshi Ishizuka daxuyaniyek belav kir.
Serokatiyê di daxuyaniya xwe de anî ziman:
“Serok Nêçîrvan Barzanî bixêrhatina wî kir û pîrozbahî di erkî wî yê de nû de ji Berpirsê nû yê Konsulxaneya Japonyayê ya Hewlêrê re xwest.
Her cure piştgiriya aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê ji bo serkeftina erkê wî dupat kir.”
Nêçîrvan Barzanî daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo berfirehkirina pêwendiyên bi Japonyayê re nîşan da û amaje bi derfetên kar û veberhênana Japonyayê ya li Îraq û Herêma Kurdistanê kir.
Barzanî her wiha ji ber alîkarî û piştgiriyên wê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya Japonyayê kir.
Serokatiyê da zanîn ku Berpirsê nû yê Konsulxaneya Japonyayê ya Hewlêrê Hitoshi Ishizuka dubare kiriye ku “welatê wî bi girîngî li pêwendiyên xwe yên bi Îraqê û Herêma Kurdistanê re dinêre û hêvîdar e di qadên curbicur de hevkariyan berfirehtir bikin.”
Ishizuka her wiha kurteyek li ser çalakiyên şirketên Japonyayê yên li Herêma Kurdistanê û bernameya karên xwe pêşkêş kiriye.
#VÎDEO - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Berpirsê nû yê Konsulxaneya Japonyayê ya Hewlêrê Hitoshi Ishizuka qebûl kir#Kurdistan #Japan pic.twitter.com/CzZElrTiTi
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 25, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse