Hewlêr (Rûdaw) - Sekretera Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Fesla Yûsif ragihand ku Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Îtilafa Sûriyê komîteyek ji bo şopandin û çareserkirina binpêkirinên li herêmên Kurdî ava kirine, lê heta niha jî îtilafê nekariye rê li ber binpêkirinan bigire.
Sekretera Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Fesla Yûsif beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa hewldanên li hemberî binpêkirinên li herêmên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê kir.
Derbarê binpêkirinên li Rojavayê Kurdistanê de dibe, Fersla Yûsif dibêje: “Kiryarên li herêma Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî û çend herêmên me yên Kurdî pêk tên weke guhertinên demografî û cografî, çi karên xirab û şaş, hemû li ber çavên civaka navnetewî çêdibin. Me weke ENKSê komîteyek ava kiriye û gelek hewldan kirine ku çi kiryarên qirêj dibin em bikin raport û pêşkeşî îtilafa Sûriyê bikin. Me gelek raport pêşkeşî îtilafê kirine û her çend ew bibêjin li hinek cihan rê li ber kiryarên xirab digirin, lê bi baweriya me heta niha ti bergeriyên cidî li hemberî binpêkirinan nehatine kirin.”
Fesla Yûsif ku di heman demê de endama Desteya Seroktiya ENKSê ye, da zanîn ku bi rengekî “rojane binpêkirin û destewerdan berdewam in û heta ku gihîştê asta destdirêjiya jinên Kurd” û ti çareserî jê re nehatine kirin û wiha pê de çû: “Lê em weke ENKS berdewam li ser hewldanên xwe çi bi Îtilafa Sûrî û çi bu civaka navneteweyî re be. Dema mafê gelê me binpê dibe em ji îtilafê re jî dişînin û em raportên xwe ji Neteweyên Yekbûyî re û dezgeh û saziyên peywendîdar ên navneteweyî re û dewletên mezin ên li Sûriyê xwedî bador re jî dişînin. Gelek hewldanên me hene, lê mixabin tişta ku me dixwest ligel îtilafê pêk bînin negihîşte armanca xwe. Me nekariya em penaberan vegerînin. Tişta ji me tê em dikin û em dê bikin.”
Yûsif amaje kir ku xebatên wê komîteya ku hevbeş a ji endamên ENKS û Îtilafa Sûrî ji bo şopandina binpêkirinan hate avakirin, li ser xebatên xwe berdewam e, û ew binpêkirinên ku li deverên Kurdî dibin tomar dikin û pêşkeşî civaka navneteweyî dikin, lê bi gotina Yûsif, ji ber helwesta Îtilafa Sûrî, ew heta niha di wî warî de negihîştine encameke cidî û îtilafa nekariye rê li ber kiryarên çekdaran bigirin û jixwe rewş jî pêtir bi Tirkiyê ve girêda ye.
Sekretera Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê eşkere kir ku ew di hevdîtinên xwe yên ligel berpirsên Tirkiyê de binpêkirinên li Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê tînin rojevê û berevaniya gelê Kurd dikin dibêje: “Lê Tirk weke bixwe dewletekî dagirker heta niha bi wê erka xwe nerabûye. Mixabin tiştên din ne tiştekî veşartî ye, ew li ber çavê hemû cîhanê rû didin. Ez di wê baweriyê de me ew rewşa xirab dê berdewam be ku heta lihevkirinek di nav dewletên li Sûriyê xwe dî bandorên de çêbibe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse