SINE - Ji bo 26 hezar hektar daristan tenê karmendek heye

25-08-2025
RÛDAW
Nîşan Sine Daristan Karmend Behzad Şerîfîpûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Çavkaniyên Xwezayî yê Parêzgeha Sineyê Behzad Şerîfîpûr hişyarî da ku ji ber kêmbûna karmendan parastina daristan û çêrgehên parêzgehê ketiye metirsiyeke mezin.

 Şerîfîpûr ragihand ku li seranserê parêzgehê tenê 110 karmendên wan hene ku çavdêriya zêdetirî milyonek û 740 hezar hektar erd dikin.

"Ji bo 26 hezar hektaran tenê karmendek"

Şerîfîpûr di daxuyaniyekê de ragihand ku hejmara karmendên wan li gorî pîvanên cîhanî û yên Îranê jî gelekî kêm e û got:

"Li gorî pîvanên cîhanî, pêwîst e ji bo her sê hezar hektaran karmendek hebe.

Li Îranê ji bo 10 hezar hektaran karmendek heye lê li parêzgeha Sînê rewş gelekî xirabtir e û ji bo her 26 hezar hektaran tenê karmendekî me heye."

"Tedbîr nehatine wergirtin"

Birêvebirê Giştî rexne li wê yekê girt ku heta niha ji bo zêdekirina hejmara karmendan ti tedbîr nehatine wergirtin.

Behzad Şerîfîpûr got, “Mixabin wekî pêwîst fermanber û amûrên me ji bo parastina daristanan nînin.

Ev di demekê de ye ku biryar e saziya me tevlî Wezareta Çandinî û Saziya Parastina Jîngehê bibe.”

Parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê xwedî xwezayeke dewlemend e.

Ji rûberê giştî yê parêzgehê ku 2 milyon û 900 hezar hektar e, zêdetirî milyonek û 740 hezar hektar daristan, mêrg û çêrgeh e ku her sal rûbirûyê metirsiya şewatê dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst