Li Geverê kevneşopiya hezar salî: Destar bi stranan digere

25-09-2025
RÛDAW
Jinên Qedyanê destar dihêrin\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Jinên Qedyanê destar dihêrin\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Destar Gever Colemêrg
A+ A-

COLEMÊRG – Jinên gundê Qadyanê yê Gevera Colemerga Bakurê Kurditanê, ji bo amadekariyên zivistanê bi hevkariyeke ku bi stranan tê xemilandin dexl û danê xwe bi destar dihêrin.

Ev kevneşopiya ku nîşaneya hevkariyê ye, her ku diçe ji holê radibe.

Li gundê Qadyanê yê navçeya Gevera Colemêrgê, her payîz dîmenên kevneşopî zindî dibin.

Jinên gund ji bo amadehiya dan û savara zivistanê li hev kom dibin û bi hevkariyê destarê xwe digerînin.

Dengê kevirê destar bi stranên wan ên Kurdî re tevlihev dibe û çandeke hezar salî careke din şîn dibe.

Jinên gund bi dorê alîkariya hev dikin û bi vî awayî barê amadehiyên zivistanê sivik dikin.

Nişteciha gund Hamîde Taş, yek ji wan jinan e ku beşdarî vê xebata hevpar dibe.

Taşê bi xemgînî balê kişand ser windabûna vê kevneşopiyê û got, "Li tevahiya gund niha tenê li taxa me destar maye. Mixabin, ev çanda me her ku diçe ji holê radibe."

Hamîde Taşê di berdewamiyê jî de got, “Em ji hûrkirina danên xwe li hevdû kom dibin. Di destpêkê de em dişin piştre em dikelînin û dihêrin.”

Destar, ku dîroka wê vedigere heta serdema berî zayînê, ji Mezopotamyayê wekî mîrateyeke çandî heta roja me ya îro hatiye.

Ev amûra kevnar, bi taybetî li her çar parçeyên Kurdistanê, wekî nîşaneya hevkariyê û jiyana hevpar tê dîtin.

Jina bi navê Gozel Çetînê jî got,” Me berê tevn çêdikir me mexfûr çêdikirin. Me tûrikên şivanan jî çêdikirin. Ew aniha nemane. Her tişt êdî hazir e. Niha çi tişt di destê me de nema ye.

Em diherin pezê xwe didoşîn û şîrê xwe didin mandirayê, berê me rûn çêdikir.”

Jinên Geverê bi gerandina destarê ne tenê xwarina zivistanê amade dikin lê di heman demê de yek ji kevneşopiyên herî qedîm ên Kurdan jî li hemberî jibîrkirinê diparêzin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst