Hewlêr (Rûdaw) - Mefrezên hevbeş ên Zêrevanî û Polîsê Hatinûçûnê, 2 ajokar desteser kirin ku hewl didan bi rêyên qaçax çend kesan derbasî nav Hewlêrê bikin.
Fazil Hacî, Berdevkê Polîsê Hatinûçûna Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand ku îro, 26.03.2020, mefrezeyên hevbeş ên hatinûçûn û Zêrevanî li ser rêya Hewlêr-Giwêr, dest bi ser du seyareyan de girtin ku hejmareke Erebên derdora Giwêrê tê de bûn.
Berdevkê Polîsê Hatinûçûna Hewlêrê, aşkere kir ku hewl dihat dayîn ew kes bi rêyên qaçax û bêyî pişkinîn derbasî nav bajarê Hewlêrê bên kirin.
Li gor gotina Fazil Hacî, ajokarên wan seyaran gotine ku ew kes karkerên kompaniyan e lê di encama lêkolînan de derketiye ku ew kes ne karker in.
Hacî diyar kir ku ew kesên di wan seyaran de ji bo pişkinînên pizîşkî hatine şandin û herdu ajokar jî radestî polîs hatine kirin bo ku bên şandin bo dadgehê.
Derbarê hejmara wan kesên di herdu seyaran de hatine girtin, jî Fazil Hacî got, hejmara wan 20 kes bûn û hemû Erebên derdora Giwêrê bûne.
Herwiha derbarê cezayê ajokarên ku pabendî rênimayên qedexeya hatinçûnê nabin û xelkê bi qaçaxî vediguhêzin jî, Fazil Hacî got ku ew 100 hezar dînar ceza li wan dibirin û dosye derbarên wan de tên vekirin û bi dadgehê tên dayîn.
Roja Çarşemê, 25.03.2020, ajokarek ji aliyê hêzên emnî ve hatibû destesekirin ku hewl dida 2 kesên Nepalî derbasî bajarê Hewlêrê bike.
Roja 23ê vê mehê jî, di bûyereke hevşêwê de, mefrezeyên hevbeş ên polîs û hatinûçûna Hewlêrê li yek ji xalên pişkinîna demkî li ser rêya Mamzawe, ajokarê barhilgirekê desteser kirin ku 29 kesên bi regez Ereb tê de bûn û dihat xwestin bi qaçaxî û bêyî ti pişkinînekê li hember birek pare de, ew kes bo nav bajarê Hewlêrê bên veguhastin.
Ew barhilgir û 29 kes radestî asayişa Hewlêrê hatin kirin û li jêr çavdêriyeke tund de bo navenda pişkinîn û kerentînê hatin veguhastin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse