Hewlêr (Rûdaw) - Zimanzan û nivîskarê Kurd Mamoste Prof. Dr. Kadrî Yildirim ku bi sedema xwînrijiyabû ser mêjiyê wî, li Ameda Bakurê Kurdistanê rakiribûn nexweşxaneyê û di bin çavdêriya hûr de bû, îro di demjimêrên êvarî de koça dawî kir.
Zimanzan, dîroknas û nivîskarê Kurd Mamoste Prof. Dr. Kadrî Yildirim di 23 Adarê de ji ber xwînrijiya ser mêjiyê, wî li Ameda Bakurê Kurdistanê rakiribûn nexweşxaneyeke taybet û wî kiribûn bin çavdêriya hûr lê îro berê êvarê koça dawî kir.
Mamoste Prof. Dr. Kadrî Yildirim di meha Berfenbara 2020an de jî bi koronayê ketibû û ji ber wê yekê demeke dirêj di nexweşxanyê de mabû.
Mamoste Prof. Dr. Kadrî Yildirim herî dawî di 20ê Adarê de beşdarî bultena Rûdawê bûbû û li ser dîroka Newrozê axivî.
Prof. Dr. Kadrî Yildirim kî ye?
Prof. Dr. Kadrî Yildirim di 5ê Sibata 1959ande li navçeya Licê yê Ameda Bakurê Kurdistanê ji dayî bû.
Prof. Dr. Kadrî Yildirim Li Zanîngeha Harranê ya Rihayê Fakulteya Îlahyatê qedandiye. Li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê û Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê mamosteyî kiriy. Herwiha di zaningeha Artukluyê de cîgirtiya rektor û koordinatortiya Beşa Ziman û Çanda Kurdî ji kiriye.
Prof. Dr. Kadrî Yildirim li Zaningeha Dîcleyê di di sala 2010an de bûye profesor û li ser ziman, edebiyat, çandê 14 pirtûk nivîsandiye.
Prof. Dr. Kadrî Yildirim hi xeynî Kurdî bi zimanê Erebî, Tirkî, Farsî û Îngilizî jî zane.
Herwiha Prof. Dr. Kadrî Yildirim di sedema 26emînde bûbû partlamenterê Paeriya Demokratîk a Gelan (HDP)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse