Mîr Celadet Alî Bedirxan 131 salî ye

26-04-2024
RÛDAW
Nîşan Celadet Alî Bedirxan Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Her sal roja 26ê Nîsanê bibîranîna rojbûna zimanzan û nivîskar û çêkerê Alfabeya Kurdî ya Latînî Mîr Celadet Alî Bedirxan e.

Celadet Alî Bedirxan 26ê Nîsana 1893yan li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê ji dayik bû û 15ê Tîrmeha 1951ê li Şama paytexta Sûriyeyê koça dawî kir.

Di 58 salên jiyana xwe de Celadet Alî Bedirxan di hemû waran de xizmeteke bêhempa pêşkêşî ziman, çand û edebiyata miletê xwe kir.

Celadet Alî Bedirxan di qada çand û edebiyata Kurdî de wekî cotkarekî zeviyekê cot bike xebitî û bi berhem û xebatên xwe bû yek ji bingehdarên edebiyata Kurdî ya hemdem.

Celadet Alî Bedirxan hîn di qonaxeke biçûk a temenê xwe de derbider û koçber bû.

Sala 1930î li Şamê hêwirî û dest bi têkoşîneke welatî û edebî kir.

Celadet Alî Bedirxan zimanzanekî mezin bû, wî ji bilî zimanê Kurdî 7 zimanên din jî dizanîbû.

Yek ji destkeftên wî yên herî berçav, çêkirina Alfabeya Kurdî ya bi tîpên Latînî bû û danîna rêzimanekê ku nivîskarên Kurd xwe bispêrin wê û bi kar bînin.

Celadet Alî Bedirxan herwiha hin kovarên Kurdî yên astbilind û hêja damezrandin û weşandin, nexasim kovarên Hawar û Ronahiyê ku bi sernivîskariya wî derketin û piraniya ronakbîrên Kurd ên wê demê li dora xwe civandin.

Celadet Alî Bedirxan gelek berhemên giranbiha yên wekî, Rêzana Alfabeya Kurdî, Rûpeline Alfabeyê, Nimêjên Êzidiyan Bi Dîbaca Wî, Mektûbek ji Mistefa Kemal Re, Gramera Zimanê Kurdmancî, tevî Rojê Lîsko û gelek berhemên din li pey xwe hiştin.

Celadet Alî Bedirxan hestyar û dilnazik jî bû û komek helbestên klasîk û nûjen jî nivîsandin.

Celadet Alî Bedirxan ku ji Botan û Kurdistanê hatibû sirgûnkirin û dûrxistin, herdem di nav agirê hesreta welêt de dişewitî.

Ew di Bêriya Botanê de wiha dibêje:

Ka westanî ka Qesara ka kanî

Kanîn zozan, cihên bilind kebanî

 

Ewan jî bit kanî Beko, ka nêreng

Kanîn ew bezm, kanî bade, kanî beng

 

Kanî lo lo, lê lê li kû, kanî deng

Kanîn çeper, bestî li kû, ka celeb

 

Kanî dîwan, ne diyar e xafa mîr

Ka çîrokbêj, dengbêj li kû kanî pîr

 

Şax li kû ma, ka Berwarî, ka Dêrgul

Tu tişt nema, vemirîne deng û gul

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst