Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka HDPê Pervin Buldan di kongreya rêxistina Riha ya partiya xwe de got li Tirkiye bê Kurdan ti siyasetek bi ser nakeve.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro Yekşemê 26ê Hezîrana 2022an 4emîn Kongreya Asayî ya Rêxistina xwe ya Riha ya Bakurê Kurdistanê saz kir û Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan jî di kongreyê de beşdar bû û gotarek pêşkêş kir.
Buldan di gotara xwe de amaje pê da ku di vê dema dawî de di siyaseta Tirkiyê de hilweşînek çêbûye û eger HDP nebe ne siberoj ne parlamento û ne jî jiyaneke nû çênabe.
Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan “Bi taybetî di dema dawî de em baş dizanin ku di nav AKPê de şikestinên mezin çêbûne. Ne tenê di nav AKPê de di nav Hevpeymaniya Komarê û Millet jî lihevnekirineke zêde heye, dengên cûda hene. Çima ev lihevnekirin û şikestin hene? Çima hatine rewşeke ku rêyên xwe ji hev cûda bikin? Sedema wê gelekî zelal e. Li vî welatî kî Kurdan tûne bihesibîne, kî mafên Kurdan nas neke, kî zimanê Kurdan qedexe bike şensê wî yê ku careke din bibe desthilatdar namîne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse