Li Erziromê karkerek ji avahiyekê ket û mir

26-09-2025
Nîşan Erzirom Karker Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê, karkerekî avahîsaziyê ji qata 7emîn a avahiyekê ket û mir.

Bûyerê îro li navenda Erziromê rû da.

Li gorî agahiyan, karkerê bi navê L.K. dema ku li qata 7emîn a avahiyekê kar dikir hevsengiya xwe winda kir û ket xwarê.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di kontrola destpêkê de hat tesbîtkirin ku wî karkerî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku tîman termê karker ji bo otopsiyê biriye meytxaneyê û hêzên ewlehiyê jî derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê kiriye.

Li gorî raporeke Meclisa Ewlehî û Tenduristiya Karkeran (ISIG), di meha tebaxê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 192 karkeran li ser kar canê xwe ji dest daye û 44 ji wan di sektora avahîsaziyê de bûne.

Li gorî heman raporê, di 8 mehên destpêkê yên îsal de jî hezar û 359 karkeran di dema kar de canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst