Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 4 gerîlayên ku sala 2021ê li Herêmên Parastina Medyayê canê xwe ji dest daye eşkere kirin.
HPGyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Ronya Zagros, Gelhat Cûdî, Nûda Tolhildan û Yilmaz Piling di demên cuda yên sala 2021ê de jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ewladên wêrek ên gelê Kurdistanê hevrêyên me Ronya, Gelhat, Nûda û Yilmaz di demên cuda de şehîd bûn."
HPGyê ji malbatên wan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.
Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameyên gerîlayan wan wiha ne:
Ronya Zagros: Navê wê yê fermî Azîze Kaplan e, li Wana Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Navê dayîka wê Husna û navê bavê wê jî Abdullah Kerîm e.
20ê Çiriya Paşîn a 2021ê li Qendîlê canê xwe ji dest daye.
Gelhat Cûdî: Navê wî yê fermî Lokman Gazyak e, li Şirnexa Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Navê dayîka wî Selîma û navê bavê wî jî Reşît e.
27ê Kanûna Pêşîn a 2021ê li Garê canê xwe ji dest daye.
Nûda Tolhildan: Navê wê yê fermî Ceylan Tekîn e, li Mûşa Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Navê dayîka wê Turkan e û navê bavê wê jî Fesîh e.
11ê Gulana 2021ê li Heftanînê canê xwe ji dest daye.
Yilmaz Piling: Navî wî yê fermî Bunyamîn Yildiz e, li Ameda Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Navê dayîka wî Almast e û navê bavê wî jî Vezîr e.
27ê Kanûna Pêşîn a 2021ê li Garê canê xwe ji dest daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse