Hewlêr (Rûdaw) - Li Kirmaşanê malbatan barê parastina ziman girtiye ser milê xwe û li dijî serdestiya Farisî, li zimanê xwe vedigerin.
Li yek ji bazarên qerebalix ên bajarê Kirmaşanê, dengê zimanê Farisî li ser zaravayên cuda yên Kurdî serdest e.
Ev dîmen bûye sedema tirsê li cem xemxwarên ziman, tirsa helîna zimanê dayikê di nav nifşekî de ku li dibistan û saziyan tenê bi Farisî dixwînin û dinivîsin.
Pûrya yek ji wan ciwanan e ku di navbera du zimanan de mezin bûye.
Ew dibêje her çi qasî Farisî ji wî re hêsantir e lê niha hewl dide vegere ser kok û rehên xwe yên bingehîn.
Nişteciha Kirmaşanê Pûrya Sultaniyê got, "Bi rastî ez bi xwe zêde bi Kurdî nizanim lê hewl didim bi Kurdî biaxivim.
Ez ji ber ku di zaroktiyê de li nav malbat û dibistanê bi Farisî axivîme, bêhtir dikarim bi Farisî biaxivim."
Mal bûne dibistan
Di nebûna dibistaneke ku dersên Kurdî lê werin dayîn de, niha mal bûne tenê fêrgeha parastina ziman.
Hinek malbatan biryar daye ku rê nedin zimanê Farisî mohra Kurdbûnê ji ser zarokên wan bibe.
Ermiya mînaka wî nifşî ye ku li dibistanê bi Farisî dixwîne lê li malê bi Kurdî diaxive û difikire.
Xwendekar Ermiya Seferî got, "Li dibistanê her bi Farisî bi min re diaxivin lê dê û bavê min her ji zaroktiyê ve bi min re bi Kurdî diaxivin.
Dibistan nebûye sedem ku ez bi zimanê xwe yê dayikê neaxivim, heta wê roja ku bijîm ez dê bi Kurdî biaxivim."
“Kurdî nasname û dîrok e”
Çalakvanên Kirmaşanê dibêjin, hewlên şexsî û malbatî cihê kêfxweşiyê ne lê têrê nakin.
Li gorî wan, heta ku mafê xwendina bi zimanê dayikê neyê bidestxistin metirsiya jinavçûnê her dimîne.
Li cem gelek niştecihên wî bajarî, Kurdî ne tenê amûreke pêwendiyê ye her wiha nasname û dîrok e.
Welatî Ayda Seferiyê helbesteke navdar bi bîr anî û got:
"Wekî ku Mamosta Xanayê Qubadî dibêje: 'Rasten mewaçen Farisî şeker en, Kurdî ce Farisî be'l şîrînter en.' (Rast e dibêjin Farisî şeker e lê Kurdî ji Farisiyê şîrîntir e).
Bi raya min zimanê Kurdî yek ji zimanên herî kevnar ên cîhanê ye ku tije hest û soz e û ez wekî erkê xwe dibînim ku bi başî pê biaxivim."
Li Rojhilatê Kurdistanê ku xwendina bi zimanê Kurdî ne fermî ye, erk ketiye ser milê fêrgehên taybet û kursên xwebexş.
Li Kirmaşanê her peyveke Kurdî ku tê gotin, wekî hewlekê ye ji bo hiştina nasnameyekê ku di nav rûpelên dîrokê de cihê xwe girtiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse