Hewlêr (Rûdaw) - Zimanzan, dîroknas û rewşenbîr Prof. Dr. Kadrî Yildirim li Amedê bi axê hat spartin.
Mamoste Kadrî Yildirim ku duh koça dawî kiribû, îro li Goristana Yenîkoy a Amedê bi axê hat spartin.
Di merasîma bi xakspartina cenazeyê mamoste Kadrî Yildirim de girseyeke zêde ya xelkê beşdar bûn.
Nûner û berpirsên partiyên siyasî û civaka sivîl û weşanger jî di merasîma bixakspartinê de amade bûn.
Mamoste Prof. Dr. Kadrî Yildirim ku duh koça dawî kiribû îro li Amedê bi beşdariyeke zêde ya xelkê bi axê hat spartin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 27, 2021
📸Abdulselam Akinci/#Rûdaw pic.twitter.com/ROGyxlymFD
Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku di merasîmê de malbata Mamoste Kadrî Yildirim xwestin alaya Kurdistanê bavêjin ser tabûtê, lê polîsan rê nedan û alaya Kurdistanê hat rakirin.
Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê li ser wê helwesta polîsan nîqaş û aloziyê rû da û xelkê nerazîbûn nîşanî hêzên emnî dan.
Di merasîma veşartina cenazeyê Prof. Kadrî Yildirim de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydeniz û Kesekin Bayindir, parlamenterên HDPê Dersim Dag, Remziye Tosun, Mahmut Togrul, Îmam Taşçier, Nejdet Îpekyuz, Parlementerê CHPê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu û parlamenterê berê yê HDPê Altan Tan jî amade bûn
Prof. Dr. Kadrî Yildirim kî ye?
Prof. Dr. Kadrî Yildirim di 5ê Sibata 1959ande li navçeya Licê yê Ameda Bakurê Kurdistanê ji dayîk bû.
Prof. Dr. Kadrî Yildirim li Zanîngeha Harranê ya Rihayê Fakulteya Îlahyatê qedandiye. Li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê û Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê mamosteyî kiriye.
Herwiha di zaningeha Artukluyê de cîgirtiya rektor û koordinatoriya Beşa Ziman û Çanda Kurdî kiriye.
Prof. Dr. Kadrî Yildirim li Zaningeha Dîcleyê di di sala 2010an de bûye profesor û li ser ziman, edebiyat, çandê 14 pirtûk nivîsandiye.
Prof. Dr. Kadrî Yildirim jibilî Kurdî bi zimanên Erebî, Tirkî, Farsî û Îngilizî jî dizanî.
Herwiha Prof. Dr. Kadrî Yildirim di xula 26emîn de bûbû parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse