Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyê Prof. Dr. Kadrî Yildirim li bajarê Amedê hate veşartin û polîsan nehişt ku darbesta wî bi ala Kurdistanê bê pecan. Prof. Dr. Kadrî Yildirim ku xebatên dûr û dirêj li ser zimanê Kurdî û dîroka Kurdan hebû, bi sedan xwendevan û bi sedhezaran xwîner li pêy xwe hiştin.
Zimanzan û nivîskarê Kurd Prof. Dr. Kadrî Yildirim ji ber ku xwîn rijiyabû ser mêjiyê wî, li Ameda Bakurê Kurdistanê rakiribûn nexweşxaneyê û di bin çavdêriya hûr de bû, doh li nexweşxaneyê koça dawî kir.
Ew îro bi merasîmeke girseyî li goristana Yenikoy ya Amedê bi axê hate spartin.
Beriya veşartina cenazeyê Prof. Dr. Kadrî Yildirim, li goristanê di navbera xelkê û polîsan de alozî derketin. Alozî li ser pêçandina tabûta Mamoste Kadrî ya bi ala Kurdistanê bû. Polîs û xelk rabûne hev û di dawiyê de jî polîsan nehişt Ala Kurdistanê li ser tabûta wî hebe.
Xelkê li goristanê jî weke rêzgirtinekê li cenazeyê, Prof. Dr. Kadrî Yildirim nexwestin alozî dirêj bibin.
Kesûkarê Kadrî Yildirim dibêje: “Mamoste Kadrî ji bo vê netewê xizmet kiriye û temenê xwe gorî vî dozê kiriye. Em qebûl nakin midexaleya ala bikin. Ew ala li Enqer û Stenbolê hate bilindkirin. Tevahiya cîhanê vê alayê nas dikin. Wek em Kadrî Yildirim nas dikin eger sax bûya û wesiyet bikira dê bi gota Ala Kurdistanê danin ser tabûta min. Em ji malbata wî ne û xwendevanên wî ne, em yekê baş dizanin.
Xwendevan û xwînerên Prof. Dr. Kadrî Yildirim li ser gora wî kom bûn, her hemû ji jidestdana wî kesayetê naskirî yê Kurd xembar bûn, lê di heman demê de ji aloziya li ser gora wî jî gelek dilgiran bûn ku polîsan rê neda ala Kurdistanê.
Xwendevanekî wî jî got: “Mirina Kadrî Yildirim ji bo me Kurdan wendayeke mezin bû. Ez li Zanîngeha Artûklutyê şairtê wî bûm. Ez heroj diçûm odeya wî û min gelek sûd ji wî wergirt.”
Prof. Dr. Qedrî Yildirim di dema rûmala Rûdawê ya ji bo Newroza îsal de jî roja 20ê mehê bû mêvanê ekran û radyoya Rûdawê û behsa dîroka Newrozê û girîngiya wê ya ji bo gelê Kurd kir.
Piştî jidestdana rewşenbîrekî weke Mamoste Kadrî, daxwaz û hêviyên hezkiriyên wî ew e ku rêka mamoste Kadrî bê domandin û çalakiyên wî yên ji bo Kurdan û zimanê Kurdî bêne berfirehkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse