Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên DAIŞê li sînorê Koleco rêbendeke demkî li ser rê danîn û jin û mêrek revandin, lê zarokên wan berdan.
Rêveberê Asayişa Kuleco, Şemal Ebdulrehman roja Sêşembê 26ê Nîsana 2022an di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, “saet di 22:30 de çekdarên DAIŞê li navçeyeke di navbera Rêbenda Neqşbendî û gundê Îslah de rêbendeke demkî danîn û jin û mêrek girtin û zarokên wan berdan.”
Rêveberê Asayişa Kuleco herwiha da xuyakirin, ku Fewca 3 a Lîwaya 54 a artêşa Iraqê çû cihê bûyerê û di rê de bombek bi otomobîla wan ve teqiya, lê belê hejmara kuştî û birîndaran nehatiye zanîn.
Pitî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ku hêzên Pêşmerge bi neçarî ji hejmarek deverên Kurdistanî vekişiya, di sînorên navbera hêzên Iraqî û hêzên Pêşmerge de valahiyeke emnî çê bûye ku heta niha nehatiye çareserkirin û ji ber wê yekê jî liv û tevgerên DAIŞê li wan sînoran zêdetir bûye.
Roja Duşembê 25ê Nîsana 2022an du çekdaran li Çiyayê Pelkane yê sînorî qezaya Kifrî şivanekî Kurd ê bi navî Serwet Reşîd revandin. Birayekî Serwet Reşîd ji Rûdawê re ragihand, Serwet piştî ku hatiye revandin, peywendî bi malbatê kiriye û gotiye ew li cem cemaetê ye ku mebesta wî çekdarên DAIŞê bûye.
Ji ber tevgerên çekdarî û valahiya ewlehî, metirsî heye nêzîkî 40 gund li sînorê nahyeya Dawûde ya devera Germiyanê ku di navbera Xurmatû û Kifrî de ne, vala bibin.
Rêveberê Nahyeya Newculê Wehab Ehmed jî daxwaz dike, navçeyên ku ketine di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de û valahiya emnî lê hene, wek navçeyên qedexekirî yên cengî bên ragihandin.
Wehab Ehmed ji Rûdawê re got, “xemsarî bêtir a xelkê bi xwe ye, ew ji wan navçeyan nêzîk dibin ku DAIŞ lê serdest e. Daxwaz dikim Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybet komîteyên emnî biryarekê bidin ku êdî rê nedin xelk biçe wan cihan.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse