Erdogan ji bo destûra nû peyama lihevkirinê da

27-05-2024
RÛDAW
Nîşan Erdogan Tirkiye Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê guherina mijara destûrê ragihand, hebûna destûra rejîma derbeyê gumanê li ser demokrasiya me çêdike.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro di “Sempozyûma Destûra Sedsaliya Tirkiyeyê Destûra Sivîl Tirkiyeya Bihêz” de axivî.

Erdogan tekez kir ku destûreke ku bêyî lihevkirinê bê nivîsandin ji serî de xelet e.

Erdogan got ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi destûreke sivîl û azad ku herkesî li xwe digre heye wiha pê de çû:

“Destûr belgeyeke nivîskî ye ku di navbera dewlet û gel de pêwendiyên fikrî û hestiyarî ava dike.

Neçarkirina Tirkiyeyê bi destûra niha ya derbeyê gumanê dixe ser demokrasiya me, baweriya bi saziya siyasetê kêm dike.

Tevî hebûna gel hêviyên kesên bijarde û alîgirên wesayetê zindî digire.

Yek ji sedemên ku di 22 salên dawî de gefên li dijî demokrasiya me bi dawî nebûne ev e.

Helbet li vê derê girîng e ku em van taybetiyên destûrên 61 û 82an bînin ziman.

Her du destûr jî îdeolojîk in, tund in û bi destê aktorên li derveyî siyasetê hatine amadekirin û ji ber aliyê xirab bo siyasetê hatiye hiştin aliyên wan ên siyasî qels in.

Destûrên ku bêyî wergirtina nêrîn, daxwaz, metirsî û hêviyên millet û bêyî lihevkirinê bêne amadekirin ji destpêkê ve xelet in, bi qusûr in û ji bilî çareserkirina pirsgirêkan nêzîkî derxistina aloziyan e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst