Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, golikê ku ji axurê reviyabû, piştî nêzîkî 9 mehan hat dîtin û radestî xwediyê xwe hat kirin.
Li gundê Simaqiyê yê navçeya Sûrê, golikê Sidîqa Kuta 85 salî dema ku 3 mehî bû, sala borî di meha Îlonê de ji axura ku deriyê wê vekirî hatibû jibîrkirin, reviyabû.
Golikê ku êdî bûye mozîk di vê demê de li erdên çandiniyê yên derdora gund û li peravên Çemê Dîcleyê hatibû dîtin lê ji ber ku hov bûbû nedihat girtin.
9 meh in şev û roj ew li binê gund li peravê Dîcleyê li nav zevî û mêrgan û newal û geliyan diçêriya, şeva xwe li derve derbas dikir lê nedihat mala xwe.
Hat dîtin ku golik piştî nêzîkî 9 mehan li gundê Farê yê ku 5 kîlometreyan dûrî Simaqiyê tevlî garanê bûye û ketiye axurekê.
Xwediyê garanê ferq kir ku golikê firar di nav dewarên wî de ketiye axurê.
Li ser agahdarkirina xwediyê garanê, xelkê gundê Simaqiyê çûn gundê Farê û bi derziya bêhişkirinê golik hat bêhişkirin û ew bi pîkabê bir û radestî xwediyê wê kir.
Şaban Kutê xwarziyê Sidîqa Kutê ji rojnamegeran re da zanîn ku golik ji axurê reviyaye û tevî hewldanên wan, ji ber ku hov bûbû, wan heta niha nikaribû bigirtana.
Kut got, "Golik ji mirovan û heywanên din direve. Kî nêzîkî wî bibe direve. Ti kesî nêzîkî xwe nake."
Ramazan Kayayê ji gundê Simaqiyê jî diyar kir ku ji ber ku golik hov bûye, girtina wê zehmet bûye.
Kaya wiha got, "Reviyabû gundê Farê. Li wê derê tevlî heywanên din diçe axurê. Ji me re got, em çûn û me ew anî.
Me bi derziya bêhişkirinê ew anî, ne hêsan bû. Heywan niha êm naxwe. Ti kesî, tevî xwediyê xwe jî, nêzîkî xwe nake."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse