Li 5 herêmên Şirnexê qedexe hat ragihandin

27-06-2025
Nîşan Şirnex Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şirnexa Bakurê Kurdistanê li 5 herêman qedexe hat ragihandin.

Parêzgariya Şirnexê daxuyand ku di nava sînorên navçeyên Elkê û Basan de 5 herêm bi rengê “herêmên ewlehiya taybet” hatine destnîşankirin.

Li gorî daxuyaniyê, qedexeyê 27ê Hezîranê (îro) dest pê kiriye û dê heta 5ê Tîrmehê bidome û di maweyê van 9 rojan de têketina van deveran qedexe ye.

Parêzgariyê herêmên “Kato, Delavê Qesrê, Bingevanda, Tuzluca û Ayranci” qedexe kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst