Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser ku 25% ji xaka Sûriyê di bin destê wê de ye, %90 ji zeviyên neftê û bêhtirî 50% ji zevî û wêzgehên gaza Sûriyê li navçeyên wê ne. Lê tevî vê yekê jî, li Rojavayê Kurdistanê bi berdewamî kirîzên sûtemenî û elektirîkê hene û rewşa aborî jî ne baş e.
Xorşîd Elîka aborînasê Kurd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, tunebûna şefafiyetê di dahata neftê de, xirabiya birêvebirina kerta gaz û neftê û çend sedemên din nahêlin ku herêm bi şêweyekî baş sûdê ji neft û gazê werbigire.
Samana herî biha ku neft û gaz e, û serbazên mezintirîna hêza aborî ya Cîhanê li Rojavayê Kurdistanê li tenişt hev in, lê aboriya herêmê lawaz e û bi berdewamî kirîza sûtemenî, gaz û elektirîkê heye.
Xorşîd Elîka aborînasê Kurd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hokarên lawaziya aborî di warê neft û gazê de nîşan dan.
Aborînas Xorşîd Elîka dibêje “Li Rojavayê Kurdistanê şefafî di berhema neft û gazê de tune. Li Rojavayê Kurdistanê û li mintiqa Rêveberiya xweser bîrên ne kêmî 2 hezarî ne. Hemû bîr nayên bikaranîn. Ev nefta ku li Rojavayê Kurdistanê derdikeve bi erzanî tê firotan, ne wek bihayên cihanê ne. Bihayê bermîla neftê li cihanê ne kêmî 80 dolarî ye, lê li Rojava kêm zêde bi 30 dolarî tê firotin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser 25% ji rûberê Sûriyê kontrol dikin, lê 90% ji zeviyên neftê û bêhtir ji 50% ji zevî û wêzgehên gaza Sûriyê bidest girtine, bêyî ku bandora vê yekê li ser geşedana aborî hebe.
Xorşîd Elîka got jî “Bêguman îro ji Rêveberiya Xweser şefafî tê xwestin di dahat û berhema neft û gazê de. ya din ji ku Rêveberiya Xweser tê xwestin dikaribe ji miletê ku Rovayê Kurdistanê re dijîn mazot, gaz û benzînê ewle bike ku ev tişt dihele li herêmê bêkarî kêm bibin.”
Di sala 201ê de, berhema rojane ya Sûriyê 400.000 bermîl neft bûye. Li gor zanyariyên berdist, ji 90% ji wê neftê, berhema rojane ya Rêveberiya Xweser niha tenê derdora 90.000 bermîl e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse