Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cîhanbeyliyê ya parêzgeha Konyayê ciwanekî 19 salî bavê xwe kuşt.
Ciwanê bi navê Mehmet Yavuz ê 19 salî, bavê xwe yê 41 salî Mustafa Yavuz kuşt.
Li gorî agahiyan, Mustafa Yavuz li kurê xwe Mehmet û endamên din ên malbatê xistiye.
Dema pevçûnê demançe jî hatiye bikaranîn û gule li bav ketine.
Bavê ku ji sîng û milê xwe birîndar bûbû, li nexweşxaneyê miriye.
Li gorî nûçeya rojnameya Sabahê, Mehmet Yavuz di lêpirsînê berê gotiye ku bavê wî xwe kuştiye lê pişt re li xwe mikur hatiye ku wî bavê xwe kuştiye.
Wî ciwanî di îfadeya xwe de diyar kir ku bavê wî li wî, dê û xwişk/birayê wî dixist û roja bûyerê jî li wî xistiye û anî ziman ku di dema pevçûnê de çek teqiyaye.
Endamên malbatê jî piştrast kir ku bav Yavuz xwedî kesayetiyeke hêrsok bûye û gelek caran li kurê xwe xistiye.
Mehmet Yavuz piştî kar û barên xwe yên li ewlehiyê sewqî edliyeyê hat kirin û hat girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse