Hewlêr (Rûdaw) - Rûdawê ji du çavkaniyên ewlehiyê yên bilind ên Îraqê zanyarî bi dest xistin ku 4 karwanên girtiyên DAIŞê anîne Îraqê û hemû jî li Hisîçayê girtî bûn.
Li gorî zanyariyên ku du çavkaniyên ewlehiyê yên bilind ên Îraqê dane Tora Medyayî ya Rûdawê, heta doh êvarî, 475 çekdarên berê yên DAIŞê bi 4 karwanan ji Sûriyeyê veguhastine nav axa Îraqê.
Çavkaniyan amaje bi wê yekê kir ku hemû ew girtiyên DAIŞê, di Girtîgeha Xiwêranê ya li Hisîçayê de girtî bûn.
Ji 21ê Kanûna Paşîn a îsal ve, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) operasyonek ji bo veguhastina nêzîkî 7 hezar girtiyên pêwendîdarî DAIŞê daye destpêkirin. Ev girtî ji wan cihên ku berê di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bûn, bo cihên parastî yên li Îraqê tên veguhastin.
"Ji sedî 95ê wan biyanî ne"
Yek ji çavkaniyan ji Rûdawê re got, "Ji wan 475 girtiyan ji sedî 95 biyanî ne û piraniya wan jî xelkê Sûriyeyê ne."
Çavkaniya ewlehiyê diyar kir ku ew girtiyên di Girtîgeha Xiwêranê ya Hisîçayê de, ji "yên herî metirsîdar" ên DAIŞê ne û beşeke zêde ya wan fermandar bûne.
Agirbest ji bo veguhastinê hatibû dirêjkirin
24ê vê mehê, Artêşa Ereban a Sûriyeyê û Hêzên HSDyê agirbest 15 rojên din dirêj kiribû û hatibû ragihandin ku armanca dirêjkirinê "piştgirîkirina operasyona Amerîkayê ya ji bo veguhastina girtiyên rêxistina DAIŞê ya ji girtîgehên HSDyê bo Îraqê ye."
Çavkaniya duyem a Rûdawê ragihand, "Di nava van çend rojên mayî de ne pêkan e ku hemû girtî veguhêzin Îraqê, lewma bi awayekî teqez pêdiviya me bi dirêjkirineke zêdetir a agirbestê heye."
CENTCOM dibêje armanca operasyona veguhastinê ew e ku piştrast bibin çekdarên berê yên DAIŞê li navendên ewlehiyê yên parastî dimînin û rê li ber her metirsiyeke belavbûna wan bê girtin.
Encumena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê 23ê vê mehê di daxuyaniyekê de ragihandibû, bi piştbestina bi Destûra Îraqê û yasayên cezayê yên karkirî, dadgeha Îraqê dest bi girtina rêkarên dadweriyê kiriye li hemberî wan tohmetbarên DAIŞê ku berê di girtîgehên bin desthilata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bûn û tînin Îraqê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse