Girtiya siyasî ya Kurd ji zîndana Urmiyê: Pêşniyarên ne exlaqî li min kirin

28-04-2022
RÛDAW
Nîşan Urmiye Pîranşar Suida Xidirzade
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyeke siyasî ya Kurd bi navê Su`de Xidirzade, heft meh e zîndankirî ye û dibêje: “Ligel wêya ku zikê min heşt mehî ye, ketime greva birçîbûnê û heta bêgunehiya min îspat nebe, greva xwe naşkînim.”

Suida Xidirzade, jineke Kurd a Rojhilatê Kurdistanê ye û ducanî ye. Girtiya siyasî ye û heft meh e di zîndanê de ye. Di tomereke dengî de ku Rêxistina Hengaw a Mafên Mirovan belav kiriye, amaje bi wê yekê dide ku zikê wê heşt mehî ye û di demekê de tendirustiya wê nebaş e, dest bi greva birçûbênê kiriye.

Suida Xidirzade, 32 salî ye û ji qezaya Pîranşar a ser bi parêzgeha Urmiyê ve ye. Roja Pêncşembê 14ê Cotmeha 2021ê ji aliyê Îtlaata Pîranşarê ve hatiye desteserkirin û du roj piştre bo zîndana Îdareya Îtlaatê ya bajarê Urmiyê hat veguhestin.

Têkildarî rewşa xwe, Suida Xidirzade dibêje: “Heft meh e hatime desteserkirin û tendirustiya min qet nebaş e, ducanî me û zikê min heşt mehî ye, ligel wêya ku reçeteya min a pizîşkî heye, ti karekî bo min nakin.”

Li ser sedema azadnekirina xwe jî di tomara dengî de ew girtiya siyasî ya Kurd dibêje: “Çend kes li ber azadiya min bûne asteng, tawanê kesên din ji min a bê tawan werdigrin, ji yekem roj ve ku hatime desteserkirin li ba Îtlaatê di bin êşkenceya derûnî de bûm, gelekî sivikayetî û bê hurmetî li beramber min hat kirin, herwiha pêşniyarên xirab jî dane min.”

Ew jina Kurd herwiha dibêje: “Bi gef û zorê, wiha kirin li tawanekî mikur bêm ku min nekiriye, di demekê de ku min tiştek nekiriye û bêgubeh im, niha daxwaza maf û azadiya xwe dikim. Du roj e ketime grevê û jiyana min û zaroka min jî di metirsiyê de ye, heta bêgunehiya min îspat nebe, berdewam dibim.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst