Nêçîrvan Barzanî û Muhsîn Mendelawî hilbijartinên Kurdistanê gotûbêj kirin

28-04-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Muhsîn Mendelawî Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlamentoya Îraqê yê bi wekalet Muhsîn Mendelawî li Bexdayê civiyan.

Muhsîn Mendelawî û Nêçîrvan Barzanî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Îraqê, hilbijartina Serokê Parlamentoya Îraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, pêngavên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û yasayên pêwîst ên li parlamentoyê hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Her du aliyan çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û berdewamiya diyaloga navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqa Federal nirxandin.

Her du alî li ser giringiya hevkarî û hevahengiya di navbera aliyên siyasî de ji bo dabînkirina maf û berjewendiyên hemû pêkhateyên Îraqê û parastina aramî û îstiqrara siyasî hevnêrîn bûn.”

Li gorî daxuyaniyê, pêşhatên dawî yên li herêmê û encamên wan en giştî yên li ser Îraqê jî di civînê de hatin gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst