Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Komirliyê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi daristanê ket.
Li gundê Keferdizê yê navçeya Komirliyê îro ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi daristanê ket.
Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê û tîmên Saziya Herêmê ya Daristanê ya Mereşê çûn cihê bûyerê.
Tîmên ku gihiştin cihê bûyerê bi alîkariya gundiyan dest bi xebatên vemirandina agir kir.
Agir heta niha nehatiye vemirandin û rê li ber nehatiye girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse