Piştî girtina Deriyê Til Koçerê xelkê Rojava tûşî astengiyan dibe

29-01-2020
RÛDAW
Ji ber girtina Deriyê Sînorî yê Til Koçer, debara jiyana welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê zehmet bûye
Ji ber girtina Deriyê Sînorî yê Til Koçer, debara jiyana welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê zehmet bûye
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Til Koçer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî girtina Deriyê Sînorî yê Til Koçer di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, li pêşiya derbaskirina alîkariyên mirovî, rewşa jiyanê û peydakirina pêdewîstiyên sereke û girîng, li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê zehmet bûye.

Ji ber girtina Deriyê Sînorî yê Til Koçer, debara jiyana welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê tûşî astengiyan bûye. Lewma xelk daxwaza vekirina wî deriyî dikin, ku bi hêsanî alîkarî bigihêjin navçeyên wan.

Nişteciyên li nav kampan bêhtir ji ber vê biryara Neteweyên Yekbûyî dinalin, bi taybetî alîkariyên xwarin û dermanan û pêdiviyên tendirustî.

Welatiyeke koçber ê Ereb dibêje: “Eger Neteweyên Yekbûyî dermanan rawestîne, dê zehmet be. Em jî dê bi yekcarî bikevin. Rewşa zarokên me dê xirab bibe. Gelo em dê zarokên xwe bibin kûderê?! Gelo em wan bibin cem bijîşkên taybet?! Gelek pere ji me re divên heta ku em herin cem bijîşkên taybet. Li vê kampê tevî rewş wiha ye, yek nexweş e, yek bi krîza dil e, yek bi êşa şekir e, yê din jî guşara xwînê pê re heye. Em dê herin kûderê?! Eger em neyên vê dermanxaneyê, em dê herin kûderê?! Rawestandin! Xwedê mezin e.”

Berpirsên Rêveberiya Xweser û kampan jî gazinê ji vê yekê dikin, ku bi sedema girtina deriyê Til Koçer zehmetî peyda dibin.

Bi biryara rawestandina derbaskirina alîkariyên mirovî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve, zarok, jin, pîr û kal bêhtir tûşî zehmetî û astengiyan dibin, êdî daxwaz dikin ku careke din deriyê Til Koçer li ber derbaskirina alîkariyên mirovî bê vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst