Kulîs: DEM Partiyê bi tifaqa Çep re li hev kir

29-01-2024
RÛDAW
Nîşan Dêrsim DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî re li Dêrsimê DEM Partî jî beşdarî kar û xebatên tifaqa EMEP, TÎP, SMF û EOCyê bû.

Doh DEM Partî û tiqaqa Çep-Sosyalîst civiyan.

Di hevdîtinê de biryar hat dayîn ku li tevahiya bajêr tifaqeke hevpar were avakirin û bi hev re bikevin hilbijartinan.

Beriya niha partiyên navborî civiyan û wan bêyî DEM Partiyê tifaqa xwe ragihandibû.

Piştî vê doh civîna duyemîn bi DEM Partiyê re hat lidarxistin û biryara tifaqeke nû hat dayîn.

Dê di bin sîwana DEM Partiyê de bikevin hilbijartinan

Li gorî agahiyên kulîsê, TÎPê xwe ji tifaqa Çep-Sosyalîst vekişandiye.

Herwiha hat zanîn ku dê tifaq di bin sîwana DEM Partiyê de bikeve hilbijartinan.

Biryar dê ji aliyê rêveberiyeke sêalî ve bên dayîn.

Ango dê serok ji DEM Partiyê bê hilbijartin û her du cîgirên serok jî ji Partiya Kedê û SMFyê bên diyarkirin.

Herwiha dê endamên meclîsa şaredariyê û meclîsa parêzgehê wekhev bên nîşandan.

Navçe di navbera partiyan de hatin dabeşkirin

Dê tifaq li Mêzgir, Xozat û Pilûrê piştgiriyê bide berbijêrên SMFyê, dê li navçeya Pêrtagê jî piştgiriyê bide berbijêrên partiya EMEKê.

Tifaq dê li bajarokên Pilemûr, Qisle û Akpazarê jî piştigriyê bide berbijêrên DEM Partiyê.

Herwiha li gorî zanyariyên hatine bidestxistin, biryar hatiye dayîn ku li hemû navçeyan hejmara endamên meclîsa şaredariyan û parêzgehan wekî hev were nîşandan.

Çi bûbû?

Beriya hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê, partiyên çep û sosyalîst ên Dêrsimê diyar kiribû ku di hevdîtinên tifaqa xwe ya bi DEM Partiyê re nekarîn encamekê bi dest bixin û gotin ew dê bi tifaqa çep a bikevin hilbijartinan.

Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) û Eniya Ked û Azadiyê (EOC) ku di nava tifaqa Çep-Sosyalîst de cih digirin, ji raya giştî re ragihand ku ew dê berbijêrê xwe yê hevpar ê Şaredariya Dêrsimê derxin.

Li ser daxuyaniya tifaqa Çep û Sosyalîst, DEM Partiyê jî ragihand ku ew dê bi tena serê xwe bikevin hilbijartinan.

Parlamenter û rewşenbîrên DEM Partiyê daxuyaniyên tund dabûn û wan bi bîr xist ku partiyên çep di hilbijartinên berê de bi DEM Partiyê re tifaq kiriye û kursî bi dest xistine.

Herwiha diyar kirin ku armanca tifaqa li Dêrsimê têkbirina DEM Partiyê ye.

Rêxistina Partiya Kedê (EMEP) ya parêzgeha Dêrsimê têkildarî nîqaşên tifaqê yên hilbijartinên herêmî daxuyaniyek da:

“Sendîkaya me ya herêmî ku heta niha ava bûye, berbijêr e ku bibe sendîkaya herî mezin a Dêrsimê.

Di ti civîn û daxuyaniyan de helwesteke ku DEM Partiyê ji holê rake nehatiye girtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst