Li Wanê bi hezaran kes ji bo Rojavayê Kurdistanê meşiyan

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Wan Xwenîşandan Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi hezaran kes ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê daketin kolanan û meşiyan.

Ji destpêka êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê ve, xelkê Bakurê Kurdistanê rojane xwenîşandan û çalakiyan li dar dixin.

“Bi hezaran kes daketin qadan”

Li Wanê îro bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê ji bo şermezarkirina êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li dijî Kurdên Rojavayê Kurdistanê çalakiyek hat lidarxistin.

Sermayeyek tund hebû lê dîsan jî bi hezaran kes beşdarî meşê bûn.

Piştgiriya ji balkon û pencereyan

Hevserokê DBPyê, parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê, şaredarên navçeyên Wanê yên DEM Partiyê û nûnerên saziyên sivîl beşdarî çalakiyê bûn.

Li ser rêya meşê gelê Wanê jî ji pencere û balkonên xwe bi dirûşman piştgirî da xwenîşandanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst