HISÎÇA: Di bin siha tank û topan de xeyala aştiyê û sonda berxwedanê

1 demjimêr berê
Bextiyar Qadir
Şervanên HSDyê cebilxaneya xwe nû dikin\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Şervanên HSDyê cebilxaneya xwe nû dikin\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan HSD Hisîça Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hisîça (Rûdaw) - Di dema agirbesta 15 rojan de, Artêşa Ereban a Sûriyeyê car caran êrişî gundên li ser sînorê parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) dike.

Şervanên Kurd bi tundî bersiva van êrişan didin û heta niha rê li ber pêşveçûna hêzên êrişkar girtine.

Tevî ku agirbest hatiye ragihandin jî, li hinek eniyan şer û pevçûn didomin.

Şervanên li ser xeta pêş amadekariyên xwe yên parastinê dikin û cebilxaneyên xwe nû dikin.

Şervanekî li eniya şer derbarê rewşê de ji Rûdawê re got, "Wan êrişî xeta me ya pêş kir. Me bersiv da û di encamê de nêzîkî 45 çekdarên wan hatin kuştin.

Em amade ne ku di her kêliyê de ji bo Kurd û Kurdistanê li her derê şer bikin û axa xwe biparêzin."

"Em dê bi ser kevin"

Taxa Muftiyê ya Hisîçayê tenê 4 kîlometreyan ji eniyên şer dûr e. Tevî metirsiya pevçûnan û nêzîkbûna şer jî, hejmareke zêde ya xelkê malên xwe terk nekirine.

Welatî dibêjin ev axa bav û kalên wan e û ew naxwazin ji warê xwe koçber bibin.

Di nav malên Hisîçayê de, tevî dengê topan, morala xelkê bilind e. Kalemêrekî niştecihê Hisîçayê bi strana "Kîne Em?" hestên xwe yên niştimanperwerî tîne zimên û hêviya xwe ya ji bo serkeftinê bi piştgiriya serkirdayetiya Kurd ve girê dide.

Kalemêrê Kurd got, "Înşalah bi serkeftina Mesûd Barzanî re dê her tişt bi xêr û bêr bibe. Kurd dê bi ser bikevin û mafên xwe bi dest bixin.

Ez ji hemû Kurdan dixwazim ku malên xwe terk nekin û li ber xwe bidin."

Li navenda Hisîçayê tank û maşînên zixhî ji bo parastina bajêr li herêmê hatine bicihkirin.

Her çend şervan ji bo parastinê di amadehiyên xwe bi dawî kiribin jî, daxwaza sereke ya xelkê Hisîçayê aştî, aramî û parastina mafên wan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst