Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) Ferîd Azad hat berdan.
Berdevkê PCSyê Ferîd Azad 7ê Nîsanê li Amedê ji aliyê polîsan ve hatibû desteserkirin.
Ji ber çalakiyên pîrozbahiyên Newrozê Dozgerê Agiriyê bi hinceta “rêxistina terorê” doz li Ferîd Azad vekiribû.
Azad li Amedê hatibû desteserkirin û piştre îfadeyên li navenda ewlehiyê û dozgeriyê hatibû girtin.
PCSyê ji ser hesabê xwe yê Xê got, “Silav û rêz, hevalê me Ferîd Azad tehlîye bû!
Kesên ku di vê pêvajoyê da piştgiriyê dane me em spasîya we tevan dikin.”
Li aliyê din parêzerê Ferîd Azad Îbrahîm Guclu jî ji ser hesabê xwe yê Facebookê got,”Berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe Ferîd Azad azad bû. Li hemberî dadgehê parêznameyên xurt hatin kirin. Çavên hemû dost û hezkiriyên wî hevjîn û keça wî ronî be.”
PCSyê li navçeya Bazîdê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê bi Alaya Kurdistanê Newroz pîroz kiribû.
Pîrozbahiyên Newrozê yên li Bazîdê li Tirkiyeyê bûbûn rojev û partiyên nijadperest bê hurmetî li Alaya Kurdistanê kiribûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse