Hewlêr (Rûdaw) - Di operasyoneke diziyê de ku navenda wê parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ye 18 kes hatin desteserkirin.
Dizan bi fêlan zanyariyên welatiyan bi dest xistine û pereyên welatiyan ji hesabên wan derxistine.
Li gorî zanyariyan, tîmên Birêvebiriya Ewlehiyê ya Amedê, li dijî toreke diziyê xebat da destpêkirin.
Hat zanîn ku endamên torê xwe wekî karmendên bankayê didan nasandin û bi taybetî digihiştin kesên ku li ser înternetê li krediyên bêfaîz digeriyan.
Wan bi rêya xapandinê agahiyên bankayê yên welatiyan bi dest dixistin û pereyên di hesabên wan de vala dikirin.
Tîmeke taybet a ku ji 30 kesan pêk dihat, 2 mehan şopandina teknîkî û fîzîkî ya wan kesan kir û raporên Saziya Lêkolîna Tawanên Darayî (MASAK) û bi sedan tevgerên hesabên bankeyê lêkolîn kirin.
Di encama lêkolînan de hat destnîşankirin ku pereyên bi rêyên neyasayî û şelandinê hatine bidestxistin, bi rêya cizdanên krîpto yên girêdayî ofîsan ji bo welatên biyanî hatine şandin û li wir jî bi pereyên neqd hatine guhertin.
Ji bo desteserkirina 25 gumanbarên ku nasnameyên wan hatibûn eşkerekirin, bi beşdariya polîsên tevgera taybet li Amed, Stenbol, Îzmîr, Enqere, Mugla, Edene, Mereş, Meletî, Dîlok, Mêrsîn, Manîsa, Aydin, Sêwas û Kastamonuyê operasyoneke hemwext a bi navê "Akbaba" hat kirin.
Di operasyonê de 25 gumanbar hatin desteserkirin û dest bi ser 2 demançeyên bê ruxset û komputereke ku belgeyên girîng tê de bûn hatin girtin.
Piştî kar û barên li birêvebiriya ewlehiyê, 25 gumanbar şandin dadgehê.
18 gumanbar bi biryara dadgehê hatin girtin û 6 ji wan bi mercê kontrola dadî û 7 gumanbarên din jî hatin berdan.
Hat ragihandin ku ji aliyê MASAKê ve di hesabên gumanbaran de bi qasî 512 milyon lîreyên Tirkî tevgerên bi guman ên bankî hatine destnîşankirin.
Di çarçoveya operasyonê de dest bi ser gelek xanî, kargeh, otomobîl û hesabên bankayê yên gumanbaran de hatiye girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse