Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber guherîna avhewayê berf û qeşaya li serê Çiyayê Agiriyê her diçe dihele û biçûk dibe.
Qeşaya li serê Çiyayê Agiriyê ku yek ji sembolên herêmê ye, ji ber guherîna avhewayê bi lez dihele.
Li gorî pisporan, qada qeşayê di sedsalekê de ji 15 kîlometre çargoşeyan daketiye nêzîkî 5 kîlometreçargoşeyan û tê pêşbînîkirin ku heta sala 2075an piraniya wê nemîne.
Çiyayê Agiriyê yê ku bi bilindahiya xwe ya 5 hezar û 137 metreyan li navçeya Bazîdê ye, bi xwezaya xwe ya balkêş û qeşaya xwe ya herdemî, ji çar aliyên cîhanê bala geştiyar û çiyageran dikişîne.
“Di sedsalekê de du ji sêyan kêm bûye”
Ji Zanîngeha Agiriyê Doç. Dr. Alperen Kayserîlî da zanîn ku qeşaya li serê çiyê di rewşeke metirsîdar de ye.
Kayserîlî diyar kir ku di serdemên kevnar de qada qeşayê nêzîkî 70 kîlometre çargoşeyan bûye lê di destpêka salên 1900î de ev qad daketiye 15 kîlometre çargoşeyan.
Wî got, "Di roja îro de ev qeşa gelekî biçûk bûye û di navbera 4,5 û 5 kîlometre çargoşeyan de maye."
“Heta sala 2075an dê pir kêm bibe”
Kayserîlî destnîşan kir ku heke germbûna cîhanî bi vî rengî bidome, heta sala 2075an dê tenê qeşayeke gelekî biçûk li serê çiyê bimîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse