Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebira Komeleya Lêlûnê Lonjîn Ebdoyê ragihand ku li Efrînê 50 kes "winda" ne û 300 kes jî girtî ne ku nêzîkî 90 ji wan jin in.
Birêvebira Komeleya Lêlûnê Lonjîn Ebdo bû mêhvana Bultena Rojava û rewşa dawî ya binpêkirinên li Efrînê anî ziman.
Lonjînê da zanîn ku ew binpêkirinên li Efrînê belge dikin û raporên xwe pêşkêşî saziyên navneteweyî dikin.
Wê diyar kir ku nahêlin girtî bi malbatên xwe re bi Kurdî biaxivin û ji bo axaftineke 5 deqeyan pereyan ji malbatan tê standin.
“Tohmeta Kurdan yek e”
Lonjînê eşkere kir ku li Efrînê 50 kes wekî "winda" hatine tomarkirin û 300 kes jî girtî ne û biland:
"Nêzîkî 90 jinî di girtîgehan de ne. Hema bêje ji her malbatê kesek ketiye zîndanê û tohmeta ku li Kurdan tê kirin yek e: Karkirina bi Rêveberiya Xweser re."
Wê bal kişand ser rewşa girtîgehan û binpêkirinên li hemberî girtiyan û malbatên wan û got ku nahêlin girtî bi malbatên xwe re bi Kurdî biaxivin û got:
"Nahêlin ku girtî bi malbatên xwe re bi Kurdî biaxivin. Hinek dayîk bi Erebî nizanin lê dîsa jî Kurdî qedexe ye.”
Wê destnîşan kir ku çekdar gotinên nebaş ji girtiyan re dibêjin û bi vî awayî zexta li ser wan zêde dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse