Bûk û zavayê Hemdaniyeyê 3 rojan piştî karesatê li goristanê hatin dîtin

29-09-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bûk û zavayê Hemdaniyeyê 3 rojan piştî şewata hola dawetê li goristanê hatin dîtin.

Bûka Hemdaniyeyê dayika xwe û birayê xwe îro veşartin.

Di encama şewatê hola daweta li navçeya Hemdaniyeyê ya Nînowayê de zêdetirî 100 kesî canê xwe ji dest da û zêdetirî 150 kesî jî birîndar bûn.

Rêvan û Henînê roja sêşemê di daweta xwe de ku bi sedan kes amade bûn, bi hev re direqisîn, çirûskên fîşekan ji nişka ve her tişt guherand, di nav çend çirkeyan de hol bi temamî şewitî.

Li gorî vîdeoyan, çirûskên fîşekên hewayî gihîştin ser holê û agir bi carekê de di ser serê mêvanan de bariya, hawar kirin û ji hinekan re rêya revê nema, ew û xeyalên xwe di holê de man.

Li gorî lêkolînên tîmên agirvemirandinê, sedema şewatê nepabendbûna bi rênimayên agirkujiyê ya di dema çêkirina salonê de û nebaşbûna malzemeyên ku hatine bikaranîn, bûye.

Xwediyê salonê û zêdetirî 10 kesên din hatine desteserkirin.

Ew kesên ku cenazeyên ber bi goristanê ve çûn mêvanên dawetê bûn ku ji nişka ve hola dawetê ji nişka ve bû topa agir û bi dehan kesan canê xwe ji dest da.

Bûk û zava di nav wan kesan de bûn ku ji wê karesatê rizgar bûn.

Çend rojan ti xeber ji wan tunebû û kesî nizanibû li ku ne û rewşa wan çawa ye.

Nûçegihana Rûdawê Peyam Serbest roja pêncşemê çû cem bûk û zava û nêzîkî saetekê bi wan re axivî lê ji ber ku derûniya wan ne baş bû û nekarîn li ber kamerayan biaxivin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst