Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê 2 karkerên ji Azerbeycanê di înşaetekê de ketin valahiya asansorê.
Di bûyerê de karkerekî canê xwe ji dest da û yê din jî birîndar bû.
Bûyer li Taxa Topçularê ya navenda bajarê Îdirê di avahiyekê de qewimî.
Her du karkerên ku li înşaetê dixebitîn ketin valahiya asansora ku hîn nehatibû çêkirin.
Li ser agahdarkirinê, tîmên rizgarkirinê çûn cihê bûyerê û her du karker derxistin û ew veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.
Karkerê bi navê Babak N. li nexweşxaneyê mir û dermankirina karkerê din jî berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse