USAID: Tovên ji bo Rojava hatine şandin bo çandinê guncaw in

29-11-2021
RÛDAW
Nîşan USAID Tovê Genim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Amerîkî ya geşepêdanê ya Navdewletî (USAID) dibêje, tovê genimê ku ji bo bakurê rojhilatê Sûriyê hatiye şandin ji bo çandiniyê guncaw e û tu problem tune ne.

Ajansê li ser hisabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek belav kir û got ew tov di bin gelek kontrolên mexberî re derbas bû ye û hatine piştrastkirin ku kuwalîtiya baş e.

Herwiha got, hemû berhemên çandiniyê yên ku pêşkêş dike cotkar dikarin bêxem bikar bînin.

USAID di daxuyaniya xwe de wiha dibêje “Beriya hatina wan ji Iraqê bo cotkarên li bakurê rojhilatê Sûriyê, tovên genim ên ku ji aliyê USAID ve têne peyda kirin, ji rêze testan derbas dibin da ku kalîteya wan piştrast bikin. Di testan de tov ji bo paqijiyê têne kontrol kirin, piştrast dikin ku enfeksiyon û kêzikan tê de tinin, û piştrast dikin ku ew bi qarçikkujê baş têne derman kirin.”

USAID wiha berdewam kir “USAID piştrast dike ku hemû kelûpelên çandiniyê yên ku ew peyda dike ji bo şert û mercên çandiniyê yên herêmî guncaw in.”

Berî 11 rojan wê ajansa Amerkî 3 hezar ton tovê genim ji bo cotkarên rojavayê Kurdistanê û navçeyên rêveberiya xweser şandibû, lê berpirsekî çandiniya Hikûemta Sûriyê gotibû ew tovê genim kurm têde heye, ji bo çandiniyê nabe û wê ziyaneke zêde bigihîne zeviyên navçeyê, lê ajansa amerîkî dibêje tovê wan paqij e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst