Ayşegul Dogan: Hatina Serok Barzanî ya Cizîrê dîrokî bû lê em hatin paşguhkirin

01-12-2025
RÛDAW
Nîşan Ayşegul Dogan Serok Mesûd Barzanî Cizîr Sempozyûma Melayê Cizîrî Şirnex
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê di nîqaşên budceyê yên li Parlamentoyê de behsa serdana Serok Mesûd Barzanî ya Cizîrê kir.

Doganê tekez kir ku ev serdan xwedî girîngiyeke dîrokî ye lê tevî ku wan li bajêr ji sedî 90ê dengan standiye jî di organîzasyonê de hatine paşguhkirin.

Berdevka Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û Parlamentera Şirnexê Ayşegul Dogan, di Komîsyona Plan û Budceyê ya Parlamentoyê de di dema nîqaşên Budceya Serokomariyê ya 2026an de axivî.

Li gorî nûçeya ANKAyê, Doganê hem nîqaşên "pêvajoya nû" ya di rojevê de û hem jî serdana Serok Mesûd Barzanî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê nirxandin.

"Li Cizîrê dengên me ji sedî 90 in lê em nehatin vexwendin"

Doganê di axaftina xwe de cih da serdana Serok Mesûd Barzanî ya Cizîrê û sempozyûma hat lidarxistin û diyar kir ku DEM Partî ji pêvajoyê hatiye dûrxistin.

Ayşegul Doganê bi bîr anî ku serdana Serok Mesûd Barzanî li ser vexwendina Parêzgariya Şirnexê, Qeymeqamtî û Zanîngeha Şirnexê pêk hatiye û got:

"Ev organîzasyon bi navê Sempozyûma 4emîn a Melayê Cizîrî ya Navneteweyî hatibû kirin.

Yek ji Serşêwirmendên Serokomar Gulşen Orhan û Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe Munîr Karaloglu jî li wê derê bûn.

Lê belê wan hewl da ku di vê organîzasyonê de me tune bihesibînin.

Em li Cizîrê hema bêje ji sedî 90ê dengan distînin. Tevî hemû astengî û zextan bi salan e ev wisa ye.

Li seranserê Şirnexê em partiya yekem in, 3 parlamenter û hevşaredarên me hene."

"Serdan ji aliyê dîrokî ve xwedî girîngiyeke mezin e"

Ayşegul Doganê tekez kir ku tevî krîza protokolê ya qewimî jî serdana Serok Barzanî ji bo gelê herêmê û siyasetê biqîmet e.

Doganê got, "Hûn jî teqdîr dikin ku ji bo hevşaredarên bajêr û me, hatina Birêz Mesûd Barzanî ya Cizîrê hem ji aliyê dîrokî ve û hem jî ji aliyê pêvajoyê ve xwedî girîngiyeke gelekî mezin e."

"Pêdiviya pêvajoyê bi zimanekî nû heye"

Ayşegul Doganê li ser nîqaşên "pêvajoya çareseriyê ya nû" ya li Tirkiyeyê jî axivî û bal kişand ser wê yekê ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê ziman û rêbaz biguherin.

Doganê diyar kir ku heyama heyî xaleke şikestinê ye û wiha pê de çû:

"Em di pêvajoyeke nû re derbas dibin û pêdiviya bingehîn a vê pêvajoyê edalet, hiqûq û demokrasî ye.

Pêdiviya vê pêvajoyê bi zimanekî nû û rêbazeke nû heye.

Pêdivî bi wê yekê heye ku ev ziman di sepandinan de xuya bibe û li ser budceyê reng bide.

Di rastiyê de dema ev ziman û rêbaz guherî em dê karibin behsa budçeyeke adiltir bikin."

"Divê pêvajo nebe amûr"

Doganê hişyarî da ku divê pêvajo ji bo berjewendiyên siyasî neyê bikaranîn û wiha pê de çû:

"Yên ku hişyariya ziman li me dikin, divê heman baldariyê ew bi xwe jî nîşan bidin.

Ev bendê krîtîk ne tenê li me, li desthilat û mixalefetê jî berpirsyariyê bar dike.

Divê ti partiya siyasî vê yekê veneguherîne qadeke ku hêza xwe pê xurt bike.

Divê ti kes hewl nede ku ji vê pêvajoyê hêzeke cuda bi dest bixe û pêvajoyê neke amûr."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst