Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) daxuyaniyek belav kir û liser bûyerên dawî yên li herêmên peravê û Helebê nerazîbûn nîşan da.
ENKSyê ragihand ku salek piştî rûxana rejîma Beasê, Sûriye di qonaxeke hestiyar re derbas dibe.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêkhateyên gelê Sûriyeyê li hêviya avakirina dewleteke demokratîk û pirreng in ku li ser bingeha dadmendî û serweriya yasayê be.
"Xwenîşandanên aştiyane yên li peravê"
ENKSyê bal kişand ser xwenîşandanên vê dawiyê yên li herêmên peravê (Tertûs û Laziqiyeyê) û got:
"Welatiyan di tevgera xwe ya aştiyane de daxwaza avakirina dewleteke federal, misogerkirina mafên hemû pêkhateyan û vegerandina karmendên ku bi neheqî hatine derxistin kir."
ENKSyê rexne li helwesta hêzên ewlehiyê girt û diyar kir ku divabû li şûna tundiyê bi diyalogê bersiv bihata dayîn.
"Şerê navxweyî"
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ENKS tundiya ji her aliyekî be şermezar dike.
ENKSyê hişyarî da ku hewldanên ji bo kişandina Sûriyeyê ber bi şerê navxweyî ve nayên qebûlkirin.
Her wiha hat xwestin ku kiryarên provokatîf wekî hincet ji bo sînordarkirina azadiyan neyên bikaranîn.
Bûyerên li Siwêda û Laziqiyeyê
ENKSyê bûyerên li Siwêda û Laziqiyeyê bi bîr anîn û got,”Ev bûyer nîşan didin ku paşguhkirina daxwazên gel û siyaseta dûrxistinê, tenê dibe sedema zêdebûna aloziyan."
Dorpêça li ser Şêx Meqsûd
Di beşeke din a daxuyaniyê de ENKSyê behsa rewşa bajarê Helebê kir.
ENKSyê dilgiraniya xwe li ser binpêkirinên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê û berdewamiya dorpêça li ser wan anî zimên.
"Astengkirina şandeya Kurdî"
ENKSyê mixabiniya xwe nîşan da ku rê li ber "Şandeya Kurdî ya Hevbeş" tê girtin û nahêlin dest bi diyalogeke cidî bike.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku ev pêvajoya siyasî ji lihevkirinên ewlehî û leşkerî, di nav de Rêkeftina 10ê Adarê ya di navbera HSD û desthilata Şamê de, neyê cudakirin.
ENKSyê di dawiyê de teqez kir ku çareseriya li Sûriyeyê tenê bi rêyên siyasî pêkan e û got, "Divê di destûrê de were qebûlkirin ku Sûriye dewleteke pir olî û pir neteweyî ye û sîstemeke nenavendî were pejirandin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse