Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Meclisa Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Nûrî Şêxo ragihand ku jiyan li van deveran ber bi rawestandinê ve diçe.
Hevserokê Meclisa Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Nûrî Şêxo bang raya giştî ya Kurdistanî û navneteweyî kir ku wan taxan bi tenê nehêlin.
Nûrî Şêxo bû mêvanê bultena Nûrojê ya Rûdawê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Şêxo diyar kir ku ji 24ê Îlonê ve dorpêçeke giran li ser her du taxan heye û rêyên sereke hatine girtin.
Ji ber qutbûna mazotê bi sedan zarok ji perwerdeyê bêpar mane.
Dibistan nikarin pergala germkirinê bixebitînin û xwendekar di vê zivistanê de bi serma û seqemê re rûbirû mane.
Vê rewşê bandoreke neyînî li ser yekane nexweşxaneya li van taxan jî kiriye.
Xizmetguzariyên tenduristiyê ketine metirsiyê.
Krîza nan û elektrîkê
Şêxo bal kişand ser rewşa firinan û got:
"Li herêmê 11 firin hene lê hem ard û hem jî mazot li ser wan hatiye qutkirin.
Em bi zehmetiyeke pir mezin nan peyda dikin."
Hevserokê Meclisa Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê da zanîn ku rewşa elektrîkê jî di asteke xirab de ye, rojane tenê 3 demjimêran elektrîka jeneratoran û 2 demjimêran elektrîka niştimanî tê dayîn.
Her wiha tora telefonên malan jî ev du roj in ji kar derketiye.
"Soz hatin dayîn lê pêk nehatin"
Şêxo destnîşan kir ku pêwendiyên wan bi Parêzgariya Helebê re qet qut nebûne û hevdîtin didomin, tevî ku sozên çareseriyê hatine dayîn jî heta niha ti gavên pratîk nehatine avêtin û got:
"Yan xemsariyeke mezin ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve heye yan jî armancên siyasî li pişt vê yekê hene.
Lê gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê li ber xwe dide."
Şêxo bi bîr xist ku 14 bendên rêkeftina 1ê Nîsanê hene ku hev temam dikin û ew bawer in ku ev rêkeftin bi ya 10ê Adarê ve girêdayiye.
Şêxo diyar kir ku stratejiya Meclisê jî li ser esasê diyalog û dan û standinan hatiye avakirin.
Di dawiyê de Nûrî Şêxo hişyarî da ku ev dorpêç dê encamên xirab bi xwe re bîne û bang kir:
"Em bangî hikûmeta Sûriyeyê û raya giştî dikin.
Bi taybetî em bangî raya giştî ya Kurdan li Başûr, Rojava, Rojhilat, Bakur û Kurdên li Ewropayê dikin ku van taxan bi tenê nehêlin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse