Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê minibusa bêrîvanan wergeriya û di bûyerê de 15 kes birîndar bûn.
Peyamnêrê Rûdawê ragihand roja Înê 30ê Hezîrana 2023an li devera Mêrgezerê li geliyê Doskî yê navçeya Geverê minibusa ku bêrîvan dibirin zozanan qulibî.
Li gor zanyariyên destpêkê di bûyerê de ligel şofêrê minbûsê 15 kes birîndar bûne.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse