Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku li Reqayê 9 çekdarên DAIŞê hatine girtin.
Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Rêveberiya Xweser derbarê mijarê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê, hêzên ewlehiyê li Reqayê 9 çekdarên şaneyên veşartî yên DAIŞê girtine.
Hêzên Ewlehiya Navxwe her wiha diyar kir ku çekdarên ku hatine girtin, plan dikirin ku êrişan bikin û tevliheviyê çêkin.
Hêzên Ewlehiya Navxwe di heman demê de tekez kir ku xebatên wan ên li dijî şaneyên DAIŞê bidomin û ew dê hermê biparêzin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse