Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gêlê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, mînîbusa geştyaran wergeriya û di encam de jinekê canê xwe ji dest da 14 kes birîndar bûn.
Li gorî zanyariyan mînîbusa ku M.G. diajot ji parêzgeha Semsûrê geştyarên jin dibirin navçeya Gêlê ya Amedê li nêzîk gundê Şelbetinê ji rê derket û wergeriya.
Di encama bûyerê de jinekê canê xwe ji dest da û şofêr û 14 jinên din jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê cendirme. tîmên tenduristiyê, tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê 15 birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên Amedê.
Her wiha hat zanîn ku rewşa 2 birîndaran giran e û metirsiya wan a canî heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse