Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê platînyûmê îro 35 dolaran bilind bû û onseke wê gihîşt 2 hezar û 150 dolaran.
Doh, bihayê platînyûmê ji sedî 15 daket û onseke wê ji 2 hezar û 465 dolaran daket 2 hezar û 77 dolaran. Pêleke tund a firotinê ya li bazara kanzayan bandor li platînyûmê jî kir.
Şirovekar dibêjin, ev daketina ji nişka ve û zêde ya platînyûmê pêwendiya wê ya rasterast bi daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li ser şerê Ukraynayê re heye.
Donald Trump ragihand ku dan û standinên aştiyê yên bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy re "bipêşketineke mezin" bi dest xistiye lê amaje bi wê yekê jî kir ku gihîştina rêkeftina dawî dibe ku çend hefteyan bajo.
Trump behsa îhtimala pêşkêşkirina gotarekê li Parlamentoya Ukraynayê û kirina civîneke sêqolî ya bi Zelenskyy û Putin re jî kir.
Her wiha got, ji bo vê armancê amade ye bi serkirdeyên Ewropayê re jî bicive.
Ev daxuyanî bûn sedema kêmboûna tirs û metirsiyên jeopolîtîk ku wiha kir hilberîner ji kanzayên biqîmet ku wekî stargeheke aram in dûr bikevin.
Tevî vê daketinê, platînyûmê sala 2025an bilindbûneke sosret tomar kiriye û heta îro bihayê wê ji sedî 155 bilind bûye.
Bazarên Çînê ji bo sektora pîşesaziyê bi berdewamê vê kanzayê dikirin. Girêbestên paşerojê jî li Borsaya Guangzhouyê hatine vekirin.
Li aliyê din, pirsgirêkên hilberînê yên li Başûrê Afrîkayê ku mezintirîn hilberînerê platînyûmê ye li cîhanê, bûye sedema wê yekê ku sê sal in li ser hev bazara vê kanzayê rûbirûyê kêmbûnê bibe û tenê bi qasî têra pênc mehan di embaran de hebe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse